Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

9.Salvegera Komkujiya Parîsê

 

Derheqê komkujiya Parisê de ji YJA Starê jî daxuyaniyek heye.

YJA-Star jî di vê meselê de Fransayê suçbar dike û dibêhe:

Şaristaniya Ewrûpayê qaşo mafên jinan diparêze, careke din nîşan daye ew şirîkên vê qetlîamê ne û cardin dirûtiya xwe derxistin holê.

Fransa baş dizane ku plan komkujiyê li Enqerê hatiye kirin lê bi bazarên qirêj hewl dide vê yekê veşêre

YJA Star bang li hukumeta Fransayê kir ku bi eşkerekirina rastiyan civaka Fransayê ji vê şermê rizgar bike.

9. SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
YJA-STAR: EW BERXWEDÊRA MEZIN A JIYANA WATEDAR E

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya 9. salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand.

YJA-Star’ê diyarkir ku bi hêzên komploger xwestin bi komploya 15′ Sibatê, bi qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî re hîn kûrtir bikin.

YJA-Star di daxuyaniya xwe de ev xal destnîşankir;

Şaristaniya Ewrûpayê ya qaşo mafên jinan diparêze, careke din nîşan daye ew şirîkên vê qetlîamê ne û cardin dirûtiya xwe derxist hole.

Fransa ji bo kujerên qetlîamê dernekeve holê, bazarên qirêj kiriye.

Dewleta Fransayê bi cezakirina kujerên vê qetlîamê dikare civaka Fransayê ji vê şermê rizgar bike.

YJA-Star’ê destnîşankir ku wê têkoşîna wan li ser şopa Sarayan mezin bibe û got;

Têkoşerên li Heftanîn, Xakurk, Zap, Metîna û Zagrosê li pey xeta Sara şer dikin.

Bi deh hezaran jinên ciwan cesaret ji wê girtin û gihiştin biryardariya xwebûnê.

Di şexsê Sara de hêzên komploya hegemonîk xwestin derbê li vîna jinên azad bixe lê ev hêzên hegemonîk negihiştin armanca xwe.

Sara nîşanî hemû dinyayê da ku ew berxwedêra mezin a jiyana watedar e.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê îşaret bi têkoşîna Sara a li zîndana Amedê jî kir û destnîşan kir ku ew li idjî êşkenceya dagirkeriya Tirk bû sembola berxwedêriya jinan.

YJA-Star’ê herî dawî bang li hemû jinan kir ku kesayeta azad a Sara di xwe de ber bi
çav bikin û li ser şopa wê li çiyayên azad tola wê hilînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv