KUŞTINA CIWANÊ KURD
PIŞTÎ 8 MEHAN RAPORA OTOPSIYÊ DAN
Ciwanê kurd Devran Dînç şeva 30’ê nîsana 2020’an ji bo derman bistîne ji malê derdikeve.
Malbata Dînç li navça Amed Sûrê rûdinê. Piştî Devran venagere lê digerin lê dest vala vedigerin malê.
Piştî 4 rojan di 4’ê gulanê de cenazeyê Devran li texma Parka Enzeleyê tê dîtin.
Bi hinceta şewba coronayê polês bêyî lêkolîn û lêpirsînekê bikin cenazê dibin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl.
Piştî otopsiya wî cenazeyê Devran li goristana Yenîkoyê hat veşartin.
Piştî 8 mehan otosiya Devranê 21 salî gihîşt malabatê lê tê de sedema mirina wî nehatiye eşkerekirin.
Bavê Devran Îsmet Dînç der barê bûyerê de axivî û got:
Kurê min roja winda bû, hat kuştin.
Li texma hat dîtin gelek kamerayên MOBESE hene.
Li ser bedena kurdê min şopên îşkenceyê hebûn.
Malbat diyar dike ku wê ji bo ronîkirina bûyerê gilîdar bin.
LI XUMARTÛYÊ CIWANEK HAT KUŞTIN
ÇEKDARÊN NENAS CIWANÊ BI NAVÊ PIŞTÎWAN KERÎM QADIR KUŞTIN
Li beşê Başûr ê welat jî ciwanekî kurd bi destê çekdarên nenas ve hat kuştin.
Bûyer li navça Diyala Xurmatû pêk hat.
Ciwanê bi navê Piştîwan Kerîm Qadir dema li ber Nexweşxaneya Giştî ya Xurmatû bû gule lê hatiye reşandin.
Kesên nenas ên ji seyara xwe gule li ciwan reşandine, ji cihê bûyerê reviyane.
Di encama gulebaranê de Piştîwan Kerîm Qadir, jiyana xwe ji dest daye.