8. FESTÎVALA SAKÎNE CANSIZ-SARA
22’YÊ TEBAXÊ LI BAJARÊ SWÎSRE ZURÎHÊ TÊ LIDAR XISTIN
Tenê 2 roj man.
Reng, deng û berxwedana jinê wê kolanên Swîsreyê bixemlînin bixin nava livûtevgerê…
8’emîn Festîvala Sakîne Cansiz 22’ê Tebaxê li Zurîhê tê lidarxisin.
Festîval wê bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê, em berxwedanê mezin bikin” bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd pêk were..
Bernameya festîvalê amade ye..
Di serî de mijara jineolojiyê, derbarê “Şîdeta li ser jinê û berxwedan” panel û semîner wê pêk werin.
Her wiha wê çalakiyên çand û hunerî jî bên lidarxistin.
Ji bo kêfxweşkirina zarokan jî bernameyeke taybet a ji lîstik û pêşbirkên cihêreng pêk tê, wê were pêşkêşkirin.
Li binê konê otantîk ê Kurdan wê hem çanda Kurd bê nasandin, hem jî dengbêj bistirin.
Hunermend Kewê, Jala, Dîlan Top, Vengê Destar, Hozan Gulan, Medî wê derkevin ser dikê.
Komên govendê û dansê yên ji çandên cuda jî wê di festîvalê de hunera xwe pêşkêş bikin.
8. FESTÎVALA SAKÎNE CANSIZ-SARA
KOMÎTEYA AMADEKAR BANGA TEVLÎBÛNÊ LI JINAN KIR
Komiteya Amadekar a Festîvalê bi zaravayên kurdî, kurmancî, kurmanckî û bi zimanê Tirki bang li jinan dike.
Festîval 22’ê Tebaxê saet 11’an li qada Zeûghaûsareal ya Zurich’ê wê destpê bike.