Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
GiştîNûçeyên Dawî

7’ê Cotmehê wek ‘Roja Rojnamegerên Jin a Kurdistanê’ hat ragihandin. 07.10.2020

Ji ber rastî salvegera şehadeta Gurbetelli Ersoz tê, 7’ê Cotmehê wek Roja Rojnamagerên Jin a Kurdistanê hate ragihandin.

Ew jineke şoreşger, wê jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kiriye, wê di rêya ronahiyê de daye ser dilê tarîyê. Gurbelelli, bi rik û hêrsa kedkara şoreş û çapemeniyê daye dû pirsên çima û çawayan, li Tirkiyeyê, yekem jina rojnameger e ku dibe gerînendeya giştî. Wê digot karesata Çernobîl û komkujiya Helebçeyê bandoreke zêde li jiyana wê kirine. Gurbetelli wexta lisansa bilind dixwend heman wextî 3 salan jî hîndekariya beşa kîmyageriyê dike û di kovara “Hedef” de dest bi xebatê dike pê re bi riya vê kovarê têkoşîna azadiyê nas dike.

Navê serpêhatiya jiyana Gurbetelli, wekî “kesera jiyana wê ye” heta sax e di jiyana wê de ev keser her hebûye. Wexta tê dinyayê bavê wê li Almanyayê karker e û navê Gurbetellî jî ji vê keserê hatiye û reng û şiklê xwe daye jiyana wê.

‘MIN JIYAN HILBIJART’

Gurbetelli 10’ê Kanûna 1990’ê tê girtin û 15 rojan di bin îşkenceyeke giran de dimîne, ew weha behsa wê girtinê dike, “Wan îşkenceyeke ewqasî giran li min kirin, an ez ê bimiriyama, an jî min ê bigota erê ez PKK me. Min jî jiyan hilbijart.”

‘RASTÎ DÊ DI TARIYÊ DE NEMÎNIN’

Gurbetelli Ersoz tê girtin û wê dixin Girtîgeha Meletiyê, 2 salan li zindanê dimîne. Piştî 2 salan Gurbetelli tê berdan. Gurbetelli, piştî ji girtîgehê tê berdan ji dil û can xwe bi kar û barên rojnamegeriyê ve girê dide. di 26’ê Nîsana 1993’ê de li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi kar dike. Rojnameyê hingê bi slogana “Rastî li tariyê namînin” dîsa dest bi weşanê kiribû. Gurbetelli, dibe gerînendeya giştî ya rojnameyê. Bi vî awayî Gubetelli, li Tirkiyeyê dibe yekemin jina gerînendeya giştî ya rojnameyekê. Navê xwe bi vê yekê di dîroka rojnamegeriyê de dinivîse.

LI TIRKIYÊ JINA EWIL DIBE GERÎNENDEYA GIŞTÎ YA ROJNAMEYÊ EW E

Gurbetelli, di tarîxa çapemeniya Tirkiyeyê de wek jinek cara pêşîn dibe gerînendeya giştî ya rojnameyekê û ew vê wek serkeftina têkoşîna jinên kurd destnîşan dike.

Gurbetelli vê der barê de dibêje; “Bêguman gelek giring e ku jinek dibe gerîndeya giştî ya rojnameyekê, di van salên dawîn de jina kurd ji mêran bêhtir xwe da pêş. Ez îro ne tenê bi keda xwe gihîştime vê astê, ev ligel keda min, encama têkoşînê ye.”

‘HER KU ZANÎN TÊ PARVEKIRIN BI WATE DIBE’

Gotina Gurbetelli Ersoz ‘agahî her ku tê parvekirin bi wate dibe, agahiya parvenekirî tu wateya xwe nîn e’ ji bo jinan wê maneyê dide, ku divê jin di her warî de xwe bi pêş bixin û pênûs û peyva wan geş û berztir bibe.

LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ NAVÊ XWE BÛ ZEYNEB

Gubetelli, di sala 1995’ê de beşdarî nav refên Tevgera Azadiyê bû, navê Zeyneb Agir wergirt. Di gelek qadan de wek rojnameger û fermandar xebat kirin. Ew êdî qasî ku rojnameger bû ew qasî şervana azadiyê bû, ew şoreşger û çalakgereke Kurdistanê bû êdî.

ŞEHADETA GURBETÊ ÇAPEMENIYA JINA KURD RONÎ KIR

Gurbetelli Ersoz li ser navê rojnamegeriya jina kurd şoreşek kiriye. Piştî wê ew jig elek rojnamegerên jin re bûye mînak. Dibe ku 7’ê Kewçêrê roja rojnamegeriya jina kurd be lê ya ji vê giringtir wê bi gotina ‘rastî dê di tariyê de nemînin’ pênûsa xwe, aqilê xwe, têkoşîna xwe ji bo vê armancê xist xizmeta şoreşê, ew roj roja vê ked û têkoşînê ye. Îro ro, ev têkoşîn bêrawestan dewam dike, îro roja bilindkirina pênûsa Gurbetelliyê ye. Îro, ew roj e ku rastî bi hemû zal û zelaliya xwe aşkere bûye, hêviya azadiyê dîsa şîn û geş bûye, bi reng û bengê jinê jiyanê dîsa xemla xwe kiriye.

SEMBOLA ROJNAMEGERÊN JIN

Heke îro çapemeniya azad gihîştibe astekê, di vê pêşketinê de roleke mezin a mirata Gurbetelliyê heye. Gurbetelli, ji bo rojnamegerên jin ên ketine dû lêgerîna heqîqetê her dem bûye sembol û her dem dê bibe sembol.

Şehîd Dilîşan Îbiş, Şehîd Eylûl, Şehîd Denîz Firat, Nûrsel Înce, Şehîd Dilovan, Şehîd Rohenda, şehîd Nûjiyan û gelek rojnamegerên jinên kurd li ser şopa Gurbetelli meşiyan.

Gurbetelli di 11’ê Tîrmeha 1965’ê de li gundê Akbulut ê bi ser Palûya Elezîzê hate dinyayê, di 08’ê Kewçêra 1997’ê de li Başûrê Kurdistanê li herêma Garê şehîd dibe. Bîranîn û rojnivîska Gurbetelli wek pirtûk bi navê “Min dilê xwe li çiyayan neqişand” hate çapkirin.

Li Herêmên Parastina Medyayê di navbera 25-29’ê Îlona 2013’ê de Konferansa Çapemeniya Jinan a 2yê hate lidarxistin. Di vê konferansê de Yekitiya Ragihandina Jinên Kurdistan (RAJIN) hate îlankirin. 30’ê Hezîrana 2020’ê jî li kantona Qamişlo Konferansa Ragihandina Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyê ya 3yê hate lidarxistin û tê de Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) hate îlankirin.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv