Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

6 endamên Înisiyatîfa Parastina Kurdistanê li Almanya hatin binçavkirin

 

HEVKARIYA DEWLETA ALMANÎ YA BI DEWLETA TIRK RE
6 ENDAMÊN ÎNÎSIYATÎFA PARASTINA KURDISTANÊ LI ALMANYA HATIN BINÇAVKIRIN

Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ji bo pêşî li êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bigre li Başûrê Kurdistanê xebat meşandin.

Endamên heyetê tevî astengiyên PDK’ê jî bi gelek partî, rêxistin û saziyan re hevdîtin pêk anîn û danustendin kirin.

Piştî serdanan îro 6 endamên heyetê vegeriyan Almanyayê.

Dema li balafirgeha Frankfurtê daketin ji aliyê polîsên Alman ve hatin binçavkirin.

Gelek Kurdistanî çûn balafirgehê nerazîbûn nîşanî hevkariya Almaya ya bi dewleta Tirk re dan.

Kurdistaniyan ji dewleta Alman xwest kesên binçav kirine tavile berde.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, 12’ê Hezîranê jî komeke ji 27 kesan a ji endamên Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ku ji parlementerên Alman, siyasetvanên Kurd û rewşenbîran pêk dihat xwestibû biçe Hewlêrê.

Lê dewleta Alman li balafirgeha Dusseldorfê ew kiribûn binçavan û derheqê wan de biryara qedexeya derketina derveyî welat dabû.

Almanya ev yek jî “wê zirarê bide têkiliyên me yên bi Tirkiyê re” ragihandibû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv