FÛARA PIRTÛKAN BI DAWÎ BÛ
DI FÛARÊ DE 44 WEŞANXANEYAN PIRTÛKÊN XWE PÊŞKÊŞÎ XWEDÊRAN KIRIN
5’emîn Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol a 29’ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo dest pê kir, piştî 8 rojan bi dawî bû.
Ji 7 welatan, 44 weşanxane beşdarî fûarê bûn û 130 hezar pirtûk pêşkêşî xwendevanan hatin kirin.
Li fûarê bi zaravayên Kurdî, bi Fransî, Îngilîzî, Tirkî, Farisî û Erebî pirtûk hatin pêşandan.
Fûar li Salona Şanoya Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo hat lidarxistin, bi merasîmekê bi dawî bû.
Ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, masmoste, xwendekar û gelek kes beşdar bûn.
Dayika Şehîd Herekol, Ûm Huseyîn jî ku fûara pirtûkan bi navê wî hatibû vekirin beşdar bû û axaftineke kurt kir.
Ûm Huseyîn, wiha axivî: “Hûn nivîskar, rewşenbîr, hunermend û bi taybet xwendekar, her yek ji we Herekol e.”