Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

5’ê nîsana 2015’an hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Êriş û polîtikayên qirkirinê li dijî gelê kurd kirin dewrê 05.04.2021

 

5’Ê NÎSANA 2015’AN HEVDÎTINA DAWÎ YA LI ÎMRALIYÊ
ÊRIŞ Û POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ LI DIJÎ GELÊ KURD KIRIN DEWRÊ

Li zîndana Îmraliyê di encama şerê gel ê şoreşgerî de dewleta Tirk neçar ma, ber bi dawiya 2012’an ve bi Rêber Apo re dest bi hevdîtinan bike.

Destpêka 2013’an jî Rêber Apo ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk ket nav hewldanan.

Di Newroza 2013’an de li qada Amedê heyeta Îmraliyê nameya Rêber Apo ya ji bo çareserî û aştiyê ji milyonan kesî re xwend.

Hem li qada Newrozê ya Amedê û hem jî li derveyî wê ev bang û peyama dîrokî bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Li milekî ev hewldanên hêja yên Rêber Apo hebûn, li milê din jî dagirkeriya Tirk dest ji pîlanên xwe yên qirêj bernedida.

300714-amed-dicle-karakol-kalekol-hes-rojava-cete-saldiri-protesto-yuruyus-mudahale-catisma-toma-gaz-tas-detay-dis
Avakirina zêde ya qereqol û baregehên leşkerî li Bakurê Kurdistanê nîşaneya van pîlanan bûn.

Gelê Kurd li her devera ku qereqol lê dihatin çêkirin di nava berxwedanê de bû.

Ji ber ku ev pîlanên dewleta Tirk bi êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê 2014’an ron û zelaltirbûn, gelê Kurd rabû serhildanê.

Ji 4 heta 9’ê Cotmeha 2014’an serhildaneke mezin li Bakurê Kurdistanê dewam kir.

Dagirkeriya Tirk dawiya heman mehê civîna xwe ya di bin navê ewlekariyê-MGK’ê de li dar xist.

Ev civîna herî demdirêj a di dîroka Komara Tirkiyê ya mêtînger bû, ku zêdetirî 10 saetan dewam kir.

Di vê civînê de pîlana jihevxistin-çokdanînê hat amadekirin.

Li aliyekî ev pîlanên qirêj li aliyê din jî hewldanên Rêber Apo ji bo rê li ber girtina êrişên qirkirinê dewam dikirin.

28’ê Sibata 2015’an di çarçoveya van hewldanan de li qesra Dolmabahçeyê mutabaqatek-peymanek hat eşkerekirin.

Aliyekî vê peymanê şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan, ji bo pîlana çokdanînê bixe dewrê mutabaqat red kir.

Piştî eşkerekirina vê mutabaqatê bi çend rojan an go 5ê Nîsanê heyeta Îmraliyê ya HDP-KCD-TJAyê, hevdîtina herî dawî li Zîndana Îmraliyê bi Rêber Apo re pêk anî.

Rêber Apo di vê hevdîtinê de wiha got:

Dibe ku ev hevdîtina dawî be û em careke din hev nebînin.

Weke Rêber Apo gotî, ev hevdîtina heyeta Îmraliyê ya dawî bû.

Piştî vê hevdîtinê êriş û polîtîkayên qirkirinê bi pîlana çokdanînê ketin dewrê.

Bi sedan buro û rêxistinên HDP’ê bûn hedefa êrişan.

Li Edene, Mêrsîn û Amedê êrişên bombeyî li dijî avahî û mitîngên HDP’ê pêk hatin.

Dîsa jî di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de HDP’ê serketineke dîrokî bi dest xist û desthilatdariya AKP’ê nedikarî bi tena serê xwe hukûmetê ava bike.

24’ê Tîrmeha heman salê bi dehan balafiran li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi bomberdimanê kirin.

Gelê Kurd jî dest bi berxwedanê kir.

Tebaxa 2015’an bi ragihandina xwerêveberiyan li Bakurê Kurdistanê nenaskirina dewleta Tirk ragihand.

Ev berxwedana dîrokî heta Hezîrana 2016’an li Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Şirnex û gelek deverên din dewam kir.

Gelê Kurd derbeke giran li pîlana çokdanînê xistibû.

Vê derba giran hişt ku dewleta Tirk di nava xwe de birize û 16’ê Tîrmeha 2016’an di nava dewleta Tirk de şer qewimî.

Bi dehhezaran esker tevî fermandarên xwe hatin girtin.

Bi sedan esker û fermandarên wan hatin kuştin.

Tasfiyeyên di asta Orgeneraliyê de pêk hatin.

Bandora vê berxwedanê îro jî bi serfiraziya Garê didome û her roj hinekî din ew rizandina navxweyî ya di dewleta Tirk de xwe dide der.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv