SALVEGERA RAGIHANDINA ASAYÎŞA ÊZIDXANÊ
LI XANESORÊ BI MERASÎMEKÊ HAT PÎROZKIRIN
3’yê Tebaxa 2014’an armanca DAIŞ’ê û hêzên li pişt ew bû, ku qira Êzîdiyan li deşta Nînova were anîn.
Di dîroka Êzîdiyan de fermana herî mezin, herî bi êş bû.
Ji fermanên din cûdatir, vê carê Êzîdiyan serî hildan… Û xwestin dîrok êdî xwe dubare neke.
Bi saya gerîlayên HPG-YJA-Starê, ji qirkirineke mezin rizgar bûn.
Tam roja fermanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê hatin ragihandin.
14’ê Tîrmeha 2016’an jî Asayîşa Êzîdxanê hat ragihandin.
Li bajarokê Xanesorê salvegera 5’an a ragihandina Asayîşa Êzîdxanê bi merasîmekê hat pîrozkirin.5.