Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

4 meh in hêzên PDK li Zînî Wertê ne û ji wê derê venakşin

 

Aloziya li zînî wertê hê di rojevê deye.

Tevî ku Wezareta Pêşmerge ragihandibû hêza pêşmerge ya herêma Zînê Wertê demkiye,

Lê nêzê çar mehin hîna hêzên pêşmerge ji deverê nekişane, baregeh û çeperên xwe qayîmtir dikin.

Roja 18’ê Adara îsal bi behaneya belavbûna virûsa koronayê û hatina kesên qeçax ji Rojhilatê Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge Lîwaya 7 a Soran li Zînî Wertê bicihkir.

Ev hêza li deverê hat bicihkirin hêzek hevbeş a ser bi Yekîneya 80’ê ya PDK’ê û Yekîneya 70’ê ya YNK’ê ye.

Piştî bicihkirina hêza pêşmerge ya li deverê, ji aliyê hemû beşên civakê, partiyên siyasî yên li Kurdistan û derveyî welat nerazîbûnek zêde hate nîşandan.

Tevayî aliyan daxwaz kirin hêza pêşmerge ji deverê vekişe û rewşa deverê aram bibe.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê û aramkirina rewşê, welatiyên deverê nameyek vekirî ji PDK’ê, YNK û KCK’ê re şandibûn.

Piştî demek kurt KCK’ê bersiva nameya gel da û diyarkir ji bo pirsgirêk were çareserkirin ew ji her alî de amade ne.

Lê PDK’ê û YNK’ê bersiva nameya gel nedan û bêdengî hilbijartin.

Gelo armanca şandina hêzê ji bo Zînî Estêrokan çiye?

Dewleta Tirk a dagirker ji bo berfirehkirina êrîşên li ser xaka Başûr kurdistanê PDK’ê bi kartîne.

Weke li herêma Behdînan û Biradostê sûd ji hevkariya PDK’ê digre, bi heman rengî dixwaze bi rêya Zînî Wertê Binarê Qendîlê dorpêç bike.

Nêzî çar meh bi ser şandina hêza pêşmerge ya ji bo deverê re derbas dibe.

Hîna hêza PDK’ê li cihê xwe ye û ti nîşaneyek vekişandina wan naxuyê.

Berovajî baregeh û çeperên xwe qayîmtir dikin û ev yek jî li gel xelkê herêmê bûye cîhê fikareke zêde.

Ji ber van sedeman welatiyên herêma sinorê îdareya Raperîn, Qendîl û Wertê bi israrin ev hêz vegerin cihên xwe yên berê û rewşa li deverê were asayîkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv