Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jîngeh

Li erdheja Elbakê 9 kes jiyana xwe ji dest dan

 

li Xoyê 104 kes birîndar bûn, li Elbakê jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

Erdheja li ser xeta Bakur û Rojhilatê Kurdistanê herî zêde bandor li navçeya Wan Elbaqê kir.

Li Elbakê xanî hilweşiyan, 4 ji wan zarok, 9 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes birîndar bûn.

Rayedarên Tirk û şaredariya Wanê ya dagirkirî jî dîsa weke di her felaketî de xwe li kerr û laliyê danîn.

8 qurbanên erdhejê hatin veşartin û mexdûr li benda alîkarî ne.

Ev hawar ji Elbaqa Wanê belav bû û dilê tevahiya gelê Kurd şewitand.

Sedema vê hawarê erdheja bi pîvana 5,9 ya li xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye.

li vir gelek foto hene…

Navenda wê erdhejê bajarê Rojhilatê Kurdistan Xoy bû.

Lê bandoreke mezin li Selmas, Kotol û Urmiyê û navçeya Wan Elbaqê kir.

Rayedarên Îranê derbarê encama erdhejê de agahiyên zelal nedan.

Lê îdîa kirin ku tenê 104 kes birîndarin û zirara madî heye.

Erdhej li 3 gundên navçeya Elbaqê bû sedema wendahî û hilweşîna mezin.

Ji ber erdhejê 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 250 xanî û 300 axûr rûxiyan.

Tişta herî zêde bal kişand jî, wekî felaketa aşûtê, xemsariya dewleta Tirk û şaredariya dagirkerî ya Wanê bû.

Mexmdûrên erdehejê şeva xwe di sarmeyê de derbas kir

Ji 9 kesên jiyana xwe ji dest dan, ji bo 8 kesên bi navê Reis Furat û 4 zarokên wî Fatma, Muhammed, Hasret, Hîcret û Aydin Tosun, Huseyin û Ekrem Tosun merasim hate lidarxistin.

Di merasimê de êş û  hawara Nebahat Furat a hevjîn û 4 zarokên xwe wenda kirin, êş û xemgîniya beşdaran zêdetir kir.

Ji ber êşa zêde gelek kes ji ser hişê xwe çûn.

Ji ber erdhejê di gelek xaniyan de jî xesarên mezin hene.

Li aliyê din, ji ber erdhejê gelek sewalên gundiyan telef bûn û gelek jî hê di bin xirbeyan de ne.

Welatiyê mexdûrê erdhejê xemsariya rayedaran jî bi van gotinan tîne ziman:

Ev jî hatin dîtin

15:30 Ekolojî

Stêrk Tv

15:30 Jîngeh

Stêrk Tv

15:30 Ekolojî

Stêrk Tv

14:30 Ekolojî

Stêrk Tv

14:30 Ekolojî

Stêrk Tv

14:30 Ekolojî

Stêrk Tv