Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
ÇalakîJinNûçe Jin

Parlementara Swîsrayî piştgirî da çalakiya Kurdistaniya li Lozanê

Endama parlementoya Swîsre û şêwirmenda partiya Sosyalîst a Swîsrî Tamara Funicielli jî li Lozanê çalakgerên meşa dirêj pêşwazî kir.

Wekîla Swîsreyî a ku piştgiriya çalakiyê kir ji kamerayên Sterk tv yê re axivî û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd anî ziman

“Ez endama parlementoya Swîsre û şêwirmenda partiya Sosyalîst a Swîsrî me.

Em derbarê azadiya bîr, ramanê û azadiya gelê Kurd a li Tirkiyê de daxivin

Li Tirkiyê rejîmek tîktatorî heye mafê Kurdan tê bin pêkirin

Dewleta Tirk bi rêbazên derveyî demokrasiyê bi ser kurdan de diçe.

Her wiha rewşa Ocalan jî heye ku kiryarên derveyî mirovan li ser wî tên meşandin”

Endama parlementoya Swîsre û şêwirmenda partiya Sosyalîst Tmara Funicielli got têkoşîna wan ji bo demokratîk kirina Tirkiyê ye û ev tişt anî ziman.

“Tekoşîna me ji bo demokratîk bûna Tirkiyê ye û daxwaza me weke birêz Ocalan ji girtîgehê were azad kirin. Lewma xebta me di parlementoya Swîsre yê li ser vê bingehê ye.

Eger demokrasî were Tirkiyê wê bandora xwe li ser rojhilata navîn bike”

 

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv