Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 NûçeNûçeyên DawîSîyasî

Derbarê PKK’ê de biryara dîrokî ya dadgeha Belcîkayê

Dadgeha Bilind a Belçîkayê mohra xwe li biryareke girîng da.

Dadgehê biryara doza PKK’ê ku dewleta tirk biribû temyîzê, eşkere kir.

Dadgeha bilind a Belcîkayê ragihand ku ew biryara dadgeha jêr a derbarê PKK’ê de pejirand.

Dadgeha jêr biryar girtibû ku PKK ne rêxistineke terorîst e.

Biryara Dadgeha Îstînafê sala borî biryar da ku PKK ne rêxistineke terorê ye û ne pêkane ku di vê çarçoveyê de bê darizandin.

Dozger û parêzerên dewleta tirk biryar ji bo temyîzê biribûn dadgeha bilind.

Dadgeha Bilind rûniştina yekem 14’ê Çileyê pêk anîbû û aliyê dewleta tirk ji bo parastinê dem xwestibû.

Dozgerê Dadgeha Bilind di mitaleya rûniştina yekem de biryara doza PKK’ê ya Dadgeha Îstînafê di cîh de dît û ji bo erêkirinê qenaat nîşan da.

Li ser vê yekê Dadgeha Bilind a Belçîkayê, biryara dadgeha jêr di cîh de dît û ragihand ku PKK ne rêxistineke terorîst e.

Parêzerê aliyê Kurd Jan Fermon derbarê biryarê de ji ANF’ê re axivî û got;

“Ev biryareke dawî ye. Ez vê biryarê girîng dibînim. Derbarê PKK’ê de demeke dirêj e nîqaş hene. Ev biryar li gorî huqûqa navnetewî ye. Vê biryarê li Ewrûpayê giştî deriyek vekir. Wê li Ewrûpayê ji bo çareseriya siyasî ya pirsa Kurd nîqaşek destpê bike. Ev biryar ne siyasî ye, huqûqî ye. Ne yekser be jî, wê li ser hukûmetê bandorê bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di Mijdara 2018’an de Diwana Edaletê ya Ewrupayê li Luksembûrgê sedemên xistina lîsteya terorê ya Ewrûpayê yên di navbera 2014-2017’an de kêm dît û lîste betal kir.

Li ser navê Yekîtiya Ewrûpayê Îngîlîstanê nerazîbûn nîşanî vê biryarê da û PKK yekser dîsa xist lîsteya terorê ya Ewrûpayê.

Di Adara 2019’an de aliyê Kurd, ji bo betalkirina lîsteya nû dîsa serê li dadgehê da.

Derbarê biryara PKK’ê de Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî ji ANF’ê re axivî û got;

“Ev biryareke dîrokî ye. Biryareke ku nîşan dide li hember nûnerên gelê Kurd neheqî hatiye kirin. Biryar hat girtin ku tekoşîna azadiyê ya gelê Kurd nikare bi terorîstiyê bê sûcbar kirin. Tişta heyî şer e û PKK jî aliyekî vî şerî ye. Em hêvî dikin ku ev biryar ji bo dewletên din jî bibe mînak

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv