Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

33. salvegera Enfalê: Qirkirina ji 8 qonaxan

 

33. SALVEGERA ENFALÊ
QIRKIRINA JI 8 QONAXAN

Îro salvegera komkujiya Enfalê ye.

Ji ber komkujiya ku bi bêhna sêvan destpê kir, bi deh hezaran mirovên Kurd bi çekên kîmyewî yên Elmanya, Hollanda û Ewrûpiyan dabûn rejîma dîktator a Sedam Husên hatin qetlkirin.

Şopên kûr ên vê komkujiyê ku ji aliyê Sedam Huseyîn ve pêk hat, îro jî bi her awayî dilê gelê Kurd dişewitîne.

Navê tevgera qirkirinê El Enfal bû. Enfal tê wateya Fetihê.

Enfal li 6 herêmên cûda yên li Başûrê Kurdistanê pêk hat û ji 8 pêngavên êrîşan pêk dihat.

Ji vê tevgera qirkirinê re Elî Hesen Mecîd ango bi navê wî yê naskirî Elî Kîmyewî serkêşî dikir. Du beşên mezin ên artêşa Iraqê ji vê qirkirinê re hatibûn erkdarkirin.

Di vê qirkirinê de hêzên herî hov Muhafizên Komarê û Hêzên Lezgîn bûn. Hercûre înfaz û êşkence pêk dianîn.

Hêjayî gotinê ye ku ev hêz piştî salan wê di damezirandina DAIŞ’ê de jî cîhê xwe bigirtana.

Piştî qaşo paqijkirina destpêkê êdî artêşa fermî kete dewrê û dest bi talan û şewitandina navçe û gundên başûrê Kurdistanê kirin.

Ew gundiyên ku ji vê hovîtiyê direvîn jî ji aliyê ‘Cahş’an radestî rejîmê dihatin kirin.

Rejîma Baas cara yekemîn di 16’ê Nîsanê 1987’an de li geliyê Balîsan li dijî gelê Kurd xaza kîmyewî bikar anî.

Geliyê Balîsan herêmeke qedexekirî bû ku hukûmeta Iraqê destûr nedida xwarin û erzaq bikevê.

Di êrîşa li geliyê Balîsanê nayê zanîn çend mirov hatin qetlkirin. Hinek dibêjin 64 û hinek jî dibêjin 150.

Êrîşa duyemîn a bi xaza kîmyewî jî li dijî pêşmergeyên YNK’ê yên li gundê Şanexşê pêk hat. Di vê êrîşê de jî zêdetir malbatên pêşmergeyan 28 kes hatin kuştin û 300 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa herî dijwar bêguman li hemberî navçeya Helebceyê pêk hat.

Di êrîşa du rojan de 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest da û derdora 9 hezar kes birîndar bûn.

Enfala duyemîn êvara 22’ê Adarê Destpêkir û bêhna sêvan a li hawirdorê belav dibû, nîşan dida ku xaza kîmyewî tê bikaranîn.

Di wê êrîşê de jî li gundê Seysanan derdora 80 kes hatin qetlkirin.

Yên ku ji van êrîşan rizgar bûn, ji gundên xwe reviyan û xwe spartin çiyayên derdor.

Enfal herî dijwar li herêma Germiyan hat birêve birin.

Piştî êrîşa Helebce êrîşa herî dijwar li vê herêmê pêk hat. Komkujiya duyemîn a mezin bû.

Di Enfala 3’an herêma Leylan û ya 4’an de jî navçeya Teqteq weke kampa êsîran hatin bikaranîn.

Mirovên li vir hatin komkirin, bi kamyonan birin cîhên nediyar û careke din jî ji van mirovan tu agahî nehat wergirtin.

Di dema Enfala 3’an de gundiyên ku li Şarbajêr hatibûn desteserkirin birin kampan û gelek jin ji wan hatine wendakirin.

Li gorî hêjmara tevgera qirkirinê ya Enfalê de 182 hezar Kurd hatin qetlkirin.

Lê belê li pey xwe jiyaneke ku ji hilweşînê zêdetir tiştek din nehîşt.

Di tevgera qirkirina Enfalê ku 7 mehan dewam kir gelek cenaze nehatine dîtin û tu agahî jî derbarê wan de nehatin bidestxistin.

Herkesekî bi salan aqûbeta xizmê xwe lêkolîn kir, lê hema bêje tu kesek negîhîşte encameke zelal.

Piştî ruxandina rejîma Sedam Huseyîn a di sala 2013’an de şopên gorên komî hatin dîtin û cenaze hatin derxistin.

Her hestiyek, her cenazeyek ku ji bin erdê derdiket careke din birîna Kurdan nû kir û careke din ketin nava heman bûyerê.

Lê di roja îro de jî ev jenosîd û qirkirina li ser gelê Kurd tê birêvebirin, bidawî nebûye.

Li herçar aliyê Kurdistanê Sedam Huseyînên nû li ser kar in û di her kêliyeke di vê demê de em agahiyên kuştin û qetlkirina Kurdên ku dixwazin bi azadî bijîn werdigrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv