Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

3 partiyên Başûrê Kurdistanê: Li dijî êrişên Tirkiyê em bibin yek

 

DENGÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BILIND DIBE
3 PARTIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ: LI DIJÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ EM BIBIN YEK

Desteya hêzên Çepgir a Hevbeş li Başûrê Kurdistanê, têkildarî êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek belav kir..

Di nava desteyê de Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Hizba Komunîst a Kurdistanê û Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê cih digrin..

Partiyên Desteya Hêzên Çepgir, êrişên artêşa Tirk bi tûndî şermezar kirin û wiha gotin:

Li demekê ku dewleta Tirk ji ber siyasetên Erdogan û AKP rû bi rûyê aloziyeke aborî ye, pêla zexta li dijî civakê jî zêde bûye.

Li dijî gelê Kurd û derdorên azadîxwaz, tevgereke berfereh a girtinê heye. Li derve jî dagirkerî û têkdana xwezaya Kurdistanê di asteke bilind de dewam dike.

Dewleta Tirk tişta ku berê bi serî darên Efrînê anî, îro heman tiştî li herêma Behdînanê jî dike..

Em weke lîjneya karê hevbeş a çepên Kurdistanê, bi tundî siyaseta dagirkeriyê ya dewleta Tirk û detsdirêja wê ya li ser gelê Kud û Kurdistanê, şermezar dikin.

Heta ku ev siyaseta çewisandinê hebe, wê têkoşîna gelê me ya ji bo bi destxistina mafên xwe berdewam bike.

Dîrokê ev yek îspat kiriye ku ti carî bi şer û êrişan wê doza gelê Kurd ji holê ranebe.

Li hemberî dagirkerî û hewldana talankirina axa Kurdistanê, banga me ji bo hemû hêz û aliyên siyasî ew e ku bibin yek.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv