Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

29 mamostayên Zanîngeha Selahedînê ji bo piştgiriya Rojava bang kirin

mamostayên Zanîngeha Selehadînê bang li her kesê kirin ku piştgiriya şervanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin  ku niha parastina Kurd û tevahiya mirovahiyê dikin.

29 mamostayên Zanîngeha Selehadînê ya li Hewlêrê ji bo piştgiriya berxwedana şervanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  banga piştgiriyê kirin û piştgiriya xwe destnîşan kirin.

 

Di banga mamostayan de wiha tê gotin;”Em weke hejmarek mamostayên Zanîngeha Selahedîn, piştgiriya xwe ya ji bo gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê destnîşan dikin û li dijî van êrîşên hovane yên li ser Rojavayê Kurdistanê ne. Ji berî her tiştî daxwazê ji gelê xwe dikin ku bi yekrêzî û yek deng li dijî destdirêjiyên artêşa Tirk a nîjadperest ên li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê rawestin. Bi taybet daxwazê ji mela û mamostayên welatparêz dikin ku divê qonaxa hestyar de rola xwe bilîzin.

 

Mixabin careke din dewleta Tirk berevajiya hemû kevneşopî û yasayên navneteweyî li ber çavê hemû civaka navneteweyî êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. Armanca wê ewe ku demografiya herêmê biguhere ye.  Daxwazê ji her Kurdek û azadîxwazekê dikin ku li hemû cîhanê piştgiriya gel û ciwanên qehreman ên Rojavayê Kurdistanê bikin ku parastina tevahiya Kurd û mirovahiyê dikin.”

 

Navê mamostayan;

 

Dr. Kamûran Mentik, Dr. Osman Selîm, Dr. Kameran Kiyanî, Dr. Refîq Şiwanî, Dr. Talîb Mihemed Ehmed, Dr. Hişyar Elî, Dr. Merîwan Ekrem, Dr. Kerîm Calel, Mamosta Kremîm Elî, M. Ala Refîq, Dr. Kerîm Xoşnav, Dr. Hişyar Yasîn, Dr. Ehmed Mihemed, Dr. Dilşad Salih, Dr. Ruad Osman, Dr. Kewser Ehmed, M. Xebat Zaid, M. Sîf Aldîn Xidir, M. Wirya Mihemed Îbrahim, M. Huner Yasîn, M. Raber Celal, M. Piştîvan Adil, M. Pîşewan Şefîq, Rûstem Kerîm, Biryar Abdulsat, Dr. Saman Qadir Muwlûd, Dr. Mihedî Salih, M. Kameran Mihemed Palanî û M. Berfîn Abdulqadir.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv