Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

28’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî tê lidarxistin

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê YXK û JXK’ê ve tê lidarxistin, îsal cara 28’an pêk tê.

Bi wesîleya 30’emîn a salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî îsal bi çalakî û bernameyên cuda tê pîrozkirin. Bernameya pêşbirkê wê piştre li ser hesabên medya dîjîtal bê parvekirin.

Komîteya amadekar li ser pêşbirka çîrok û helbestan ev agahî parve kir:

* Çîrok û helbest divê bi zimanên Kurdî (Soranî, Kurmancî, Kirmanckî), Elmanî, Îngilîzî û Tirkî bin.

* Berhem divê beriya niha li cihekî din nehatibe weşandin.

* Tenê bi helbestekê yan jî bi çîrokekê beşdar dikare tevlî pêşbirkê bibe.

* Herî dereng divê heta 15.09.2021’an ji adresa hatiye diyarkirin an jî e-mailê re bê şandin.

Agahiyên berfireh li ser hesabê medya dîjîtal an jî e-mailê ya li ser afîşê dikarin bêne peydakirin.

Komîteyê bi daxuyaniyekê bang li welatparêz, demokrat û wêjehezan kir ku tevlî pêşbirkê bibin. Agahiyên hîn berfireh wê rojên bê werin parvekirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv