Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

28’ê Sibata 2015’an: Mutabaqata Dolmabahçeyê 28.02.2021

 

28’Ê SIBATA 2015’AN – MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ
ERDOGANÊ MUTABAQAT REDKIRÎ ÎRO TEVÎ RÊJÎMA XWE LI BER HILWEŞÎNÊ YE

Di destpêka sala 2013’an de li Girava Îmraliyê li ser hewldanên Rêber Apo pêvajoyeke dîrokî dest pê kir.

Di encama hewldanên dûrûdirêj ên Rêber Apo de vê pêvajoyê ber bi sala 2015’an ve rengekî cûda li xwe girt.

Giha wê astê ku mutabaqatek a bi hewldanên Rêber Apo ji bo aştiyeke bi rûmet a li Kurdistan û Tirkiyê were eşkerekirin.

Dîroka vê mutabaqatê 28’ê Sibata 2018’an bû.

Navnîşan jî Qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê bû.

Li aliyekî endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Îdris Balûken, Sirri Sureya Onder, li aliyê din Alîkarê Erdogan Yalçin Akdogan, wezîrê wî yê karên hundir Efkan Ala û musteşarê wî Muhamamet Dervîşoglu hebûn.

Bi hev re mutabaqateke ji 10 xalan pêk tê hat eşkerekirin.

Çav li rê bû, ku piştî mutabaqatê êdî muzakere bihatana destpêkirin.

Lê hema piştî eşkerekirina mutabaqatê bi çend rojan şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan mutabaqat red kir.

Helbet di destê wî de pîlana qirkirina gelê Kurd hebû.

Di civîna MGK”ê ya 2014’an de ev pîlan hatibû amadekirin.

Gava pêşî ya vê pîlanê girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo bû, ku hê jî didome.

5’ê Nisana 2015’an bû hevdîtina dawî ya heyeta Îmraliyê bi Rêber Apo re kirî.

Her wiha di çarçoveya vê pîlanê de bi sedan avahiyên HDP’ê beriya hillbijartinên 7’ê Hezîranê bûbûn hedefa êrişan.

Li Amedê di nava sed hezar kesî de bombe hatin teqandin.

Dîsa jî vê yekê nekarî AKP’ê ji têkçûyîneke dîrokî xilas bike.

7’ê Hezîrana 2015’an bi serketina dîrokî ya HDP’ê Tayîp Erdogan nedikarî bi tena serê xwe hukûmetê ava bike.

Ji ber vê yekê berê xwe da tifaqa bi MHP’ê re û 24’ê Tîrmeha 2015’an dest bi êrişên qirkirinê kir.

Herêmên Parastinê yên Medyayê, çiyayên Bakurê Kurdistanê bi saetan ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin.

Gelê Kurd li hemberî van êrişên qirkirinê li Bakurê Kurdistanê dest bi berxwedaneke dîrokî kir.

Di encama vê berxwedanê de bi dehan general jî di navê de dewleta Tirk bi hezaran fermandar û eskerên xwe girtin û kuştin.

Tayîp Erdoganê mutabaqata Dolmabahçe ya 28’ê Sibatê redkirî, îro tevî rêjîma xwe di encama berxwedana gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê de li ber hilweşînê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv