26’Ê TÎRMEHÊ LI XELÎFANÊ ÇI QEWIMÎ?
PÊŞÎ ÇAPEMENÎ Û FERMANDARÊ HÊZÊN PDK’Ê AGAHIYA ÊRIŞÊ DAN Û PAŞÊ BÊDENG BÛN
Roj 26’ê Tîrmeha 2021’ê…
Nûçe:
PKK’ê êrişî xaleke kontrolê ya pêşmerge kir.
Çavkaniya nûçeyê: televîzyona PDK’ê Kurdistan24.
Kesê agahî dayî: fermandarekî hêzên PDK’ê Cemal Mihemed Umer Êmînkî.
Berfirehiya nûçeyê:
Êvara 26’ê Tîrmehê li navbera Xelîfan û Bêxme hejmarek çekdarên PKK’ê teqe- li xaleke kontrolê ya pêşmerge kirin.
Pêşmerge bersiva êrişê da.
Di encama bûyerê de ziyan hene.
29’ê Tîrmehê…
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir, ku têkilî ji komeke gerîla ya li Xelîfanê qut bûye.
Xelkê herêmê agahî dan HPG’ê, ku hêzên PDK’ê êrişî vê koma gerîla kirine û ji gerîlayan şehîd hene.
HPG’ê xwest PDK têkildarî bûyerê hem wan hem jî raya giştî agahdar bike.
Lê di ser bûyerê re 17 roj derbas bûn û PDK hê roja pêşî agahiya êrişê dayî, niha xwe ker, kor û lal kiriye.
Tenê agahiya piştrast ew e, ku ne gerîla… hêzên PDK’ê li nêzî gundê Bêxme yê Xelîfanê êrişî gerîlayan kirine.
Jixwe hem PDK û hem jî çapemeniya wê bi bêdengiya xwe ya derheqê mijarê de vê êrişa li dijî gerîla piştrast dikin.
Niha ev pirs peyda dibin:
Gelo PDK çima roja pêşî agahiya êrişê da û paşê bêdeng bû?
Çima got, di encama bûyerê de ziyan heye û ev ziyan eşkere nekir?