Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

25’Ê Mijdarê Roja Jinan a Têkoşînê

 

Ji 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê re 3 roj man.
Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê KJK bi boneya 25’ê mijdarê daxuyaniyek da.
KJK di daxuyaniya xwe de bi berfirehê li ser têkoşînan jinan disekine û dibêje ev dem dema jinê ye, dema şoreşê ye û azadiyê ye.
Emî îro beşek ji daxuyaniya KJK’ê bînin ser ekranên we.

25’Ê MIJDARÊ ROJA JINAN A TÊKOŞÎNÊ
KOORDÎNASYONA KJK’Ê BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ DAXUYANIYEK DA

Kordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê KJK bi boneya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê daxuyaniyek da.

KJK dibêje bi nêzikbûna 25’ê mijdarê re, têkoşîna jinê ya li dijî şîdetê mezintir bûye û got:

Li çar hêlên cîhanê jin ji bo li ber şêdeta mêr rabin tevlî refên berxwedanê dibin.

Ji Kurdistanê bigire, heta Afganistanê, Misrê, İngilîstan, Etîyopya, Awûsturalya û Amerîka ji her temen, reng û netewî bi milyonanan jin li hember pergala merê serwer serî hildan e.

KJK îşaret bi pêngava ku ragihandiye, li dijî qirkirina jinê dema parastina jin û civaka azad e kir, jinên tevlî pêngavê bûne silav kir û jinên ji ber êrişên mêr dewletê jiyana xwe ji dest dane bibîranî.

25’Ê MIJDARÊ ROJA JINAN A TÊKOŞÎNÊ
KJK: RÊBER APO MÎMARÊ ŞOREŞA JINÊ YE

Di daxuyaniyê de Komelên Jinên Kurdistanê wiha behsa tecrîdê dike.

Em Rêberê xwe Abdullah Ocalan silav dikin ku di encama komploya namerdane de zêdeyî 22 sal in bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye.

Em sîstema êşkenceyê û dîlgirtinê ya NATO’yê ku li ser tê ferzkirin rûreş dikin.

Rêber Apo afirînerê Şoreşa Azadiya Jinê ya Kurdistanê ye ku îro li cîhanê ji jinan hemûyan re bûye çavkaniya sûdwergirtinê.

Sedemeke dîlgirtina Rêber Apo ji aliyê sîstema mêr-dewletperest ev yek e.

Ji ber vê çendê weke tevgera jinê, hilweşandina sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê weke têkoşîna xwe ya bingehîn dibînin.

Em bang li jinan hemûyan dikin ku dîwarên zindana Îmraliyê bi hev re hilweşînin.

25’Ê MIJDARÊ ROJA JINAN A TÊKOŞÎNÊ
KJK: EV SERDEM SERDEMA JINÊ YE, DEMA ŞOREŞA JINÊ YE

Komelên Jinên Kurdistanê balkişand ser têkoşîna jinan a civakî û got:

Li dijî şîdeta mêr, şîdeta zayendparêz a zêdebûye, qirkirina jinê, polîtîkayên bedena jinê kontrol dike, ne tenê li cihekê têkoşîn li her derê tê dayîn.

Jin qasî ji bo mafê xwe têdikoşin, di heman demê de ji têkoşîna ekolojî, edalet, demokrasî û azadiya civakê re pêşengî dikin.

Berxwedanên civakî hîn bêtir bi rengê jinê dixemilin, ev jî nîşan dide, ev serdem, serdema jinê ye.

Pergala mêr-kapîtalîst bi êrişkariya xwe, di esasê de dixwaze pêşî li şoreşa jinê bigire, şoreşa jinê asteng bike.

Derbarê pêngava li dijî qirkirina jinê, dema parastina jin û civaka azad e, KJK’ê vê dibêje:

Em bi mezinkirina rêxistina xwe têkoşînê û pêşdebirina berxwedanê bersivê didin êrişan.

Bang li jinên Kurdistanê hemûyan dikin, li dora pêngava me bicivin, li dijî her cûre êrişên mêr-dewletê tevlî têkoşîna me bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv