Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

25. salvegera çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci

 

25. SALVEGERA ÇALAKIYA FEDAÎ YA ZEYNEP KINACI
”DIVÊ BI ERZANÎ DEST JI AZADIYA XWE BERNEDIN’

”Jiyaneke bêwelat, bêazadî, bêşer û bêserkeftin nabe.

Ger ev yek neyê fêmkirin, hûn nikarin Zîlanê, wê jina milîtan a azad jî fêm bikin. Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye”.

Bi van gotinan Rêber Apo Zîlan pênase dikir.

Berî 25 salan yekîneyeke artêşa tirk li navenda Dersimê xwe ji merasîmekê re amade dikir.

Jineke ji xwe bawer, weke ku Mehmet Tunç ê wê demê şefê bandoya merasîma leşkerî bû û bûbû şahîdê çalakiyê, dibêje;

Mîna biçe dawetê berê xwe dide qadê, mîna bazekê dikeve nava koma fermandar û eskeran.

Dema dikeve qadê bi çalakiya xwe yekîneya eskerî tarûmar dike.

Dewleta tirk a dagirker bi vê çalakiyê dihêje..

6’ê Gulana 1996’an dewleta Tirk li Şamê bi hevkariya hêzên navdewletî êrişek neserkeftî li dijî Rêber Apo pêk anîbû.

Zeynep Kinaci ango Zîlan bi çalakiya fedaî peyama komplogeran da.

Vê çalakiyê di dîroka Tevgera azadiyê de pêvajoyeke nû ya li ser bingehê rûhê fedaîtiyê pêş xist.

Di rastiya wê de berxwedan û tekoşeriya jina Kurd hate afirandin,

Zîlan a di sala 1972’yan de li navenda Meletê hatibû dinê.

Li zanîngeha Înonû ya Meletê xwendibû û li nexweşxaneya Dewletê dixebitî.

Lê di 1995’an tevlî nava refên ARGK’ê bûbû.

Di nava salekê de bûbû şahîda êrişên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser Rêber Apo û gerîla.

Konsepta qirkirinê ya li ser gelê kurd û jinan.

Pêkanînên rejîmê dahatûya gelê kurd xistibû xeteriyê.

Bi nameya ji gelê welatparêz û raya giştî re nivîsandibû digot;

“Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilê we.

Bi hezaran keç û xortên we li çiyayên Kurdistanê ji bo siberojên we yên azad têdikoşin.

Di van rojên dijwar ên şer de divê êdî hûn jî refên xwe zelal bikin.

Divê bi erzanî dest ji azadiya xwe bernedin.”

25. SALVEGERA ÇALAKIYA FEDAÎ YA ZEYNEP KINACI
‘DIXWAZIM BIBIM XWEDÎ JIYANEKE BI WATE Û ÇALAKIYEKE MEZIN”

Li hemberî koletiya jinê jî hêrsa wê mezin bû. Dixwest hemû jin bi gavên pratîk jî di nav têkoşîna rizgariya netewî de cih bigirin.

Di nameya xwe de digot;

“Ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin.”

Niha berxwedêr û Zîlanên serdemê yên di cengên li Avaşîn, Zap û Metînayê de bi hişmendiya pêkanîna vê fermanê têdikoşîn,

Bi biryar in rê nedin dewleta tirk a dagirker.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv