Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

23 roj in sê endamên RJAK’ê di destê PDK’ê de ne

 

23 ROJ IN SÊ ENDAMÊN RJAK’Ê DI DESTÊ PDK’Ê DE NE
ENDAMA DÎPLOMASIYÊ YA RJAK’Ê: DESTÛR NADIN PARÊZER BIÇIN HEVDÎTINÊ

23 Roj in pêjna wan nayê..

3’ê endamên RJAK’ê dema ji Şengalê vedigeriyan ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin.

Heya niha PDK’ê derbarê girtin, binçavkirin wan de agahî nedaye.

Li dijî van kiryaran nerazîbûnek zêde he ye.

ENDAMA DÎPLOMASIYÊ YA RJAK’Ê NECBÎR EFRÎN
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ JINAN POLÎTÎKAYEKE SERDEST TÊ MEŞANDIN

Endama Dîplomasiyê ya RJAK’ê Necbîr Efrîn derbarê aqûbeta her sê jinan de ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Necbîr Efrîn, anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê li dijî jinan polîtîkayeke serdestiyê tê meşandin û wiha got:

Nêzikatiya PDK’ê ya li hemberî jinan nêzikatiya serdestiyê ye.

Li vir PDK bi tu awayî naxwaze ku jin pêş bikevin, serî rakin û tevlî xebatên civakê bibin.

Ev nêzikatiya PDK’ê ji ya desthilatdariya AKP-MHPê cudatir nîne, bi heman pergalê tê rêvebirin.

Efrîn, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa her sê endamên RJAK’ê û ev agahî dan:

Ji bo ku sê endamên me bên berdan hewledanên me yên cûr bi cûr çêbûn.

Lê belê heta niha me bi awayî ti xeber ji wan negirt.

Efrîn anî ziman ku hikûmeta herêmî dixwaze ku bi vê pêkanînê xebatên jinan asteng bike û ev peyam da.

Dixwazin bi van rêbazan pêşiya jina azad bigirin, lê belê heta em bighijîn armancê xwe em ê têbikoşin.

ENDAMA KOORDÎNASYONA MECLÎSA ÎŞTAR XURBET ÎŞLEK
“PDK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ZÎHNIYETA AKP-MHP’Ê DIDE MEŞANDIN

Endama Koordinasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek jî bi van gotinan nêzikatiya PDK’ê li dijî jinên berxwedêr şermezar kir.

NÛNERÊ RÊVEBERIYA XWESER CÎHAD HESEN
78 ROJ IN JI ALIYÊ PDK VE HATIYE GIRTIN

Ne tenê 3 Endamên RJAK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen jî ev 78 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Cîhad Hesen xerabe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv