Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pîro Dersim: em ji demê bêhtir nêzî serkeftinê ne

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dersim der barê berxwedana li dijî PergalaTecrîdê û tevgera dagirkeriya tirk de axivî.
Pîro Dersîm diyar kir ku gelê Kurd, Tevgera Azadiyê, gerîla, berxwedêr ji her demê bêhtir nêzî serketinê ne û got, desthilatdariya heyî bi esasî ji aliyê konsepteke polîtîk ve bi dawî bûye.

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dersim der barê mijarên di rojevê de bersiv da pirsên ANF’ê.

Pîro Dersim anî ziman ku bûyerê niha diqewimin wê rêveçûna pêvajoya bê diyar bike û got:

Plana Têkbirinê bi têkoşîna ji 6 salan hate têkbirin, bêencam hate hiştin.

Vê berxwedana bi heybet a 6 salan kir ku blokên desthilatdariyê bi hev bikevin û desthilatdariya faşîst ji hev bikeve.

Eger îro di ser Sedat Peker re sûc têne eşkerekirin, ev yek encameke vê têkçûnê ye.”

Pîro Dersim destnîşan kir ku ev encama bi berdêlên giran a têkoşîna wan hatiye afirandin, destpêka pêvajoyeke nû ye û got:

Serketina ku gerîlayên serdema nû li Heftanîn, Garê, Metîna, Avaşîn û Zapê bi dest xist, dewleta Tirk a dagirker û qirker li gel teknîka wê têk bir.

Pîro Dersim diyar kir, dewleta Tirk a ku li pêşberî gerîla xitimiye, îro PDK’ê berdide qadê, bi vî rengî dixwaze xwe ji têkçûnê rizgar bike û got:

Lê belê PDK jî wê nikaribe tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ji hilweşînê rizgar bike.

Têkçûna vê tifaqa faşîst wê di heman demê de li Kurdistanê jî bibe têkçûna xeta xiyanetê û nokeriyê.

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dersim bal kişand ser berxwedana bi heybet a li zindanan li dijî zilm û êşkenceyê tê kirin û got,

Rêber Apo ji vê yekê re got berxwedana bi rûmet. Bi rastî jî doza mafdar a têkoşîna me û gelê me ji aliyê hevrêyên me ve bi rûmetî li ser xeta fedayî tê parastin.

Polîtîkayên dijmin li bin guhê vê berxwedanê dikeve û têk diçe.

Eger li ser bingeha xwedîderketina li zindanan û berxwedana gerîla, têkoşîna li dijî faşîzmê bê mezinkirin serketin wê ya me be.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv