Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê û Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent weke endamekî heyeta aştiyê çû Başûrê Kurdistanê.
Laurent got, “Em ê piştgiriya xwe ya enternasyonalîst nîşan bidin.”
Senatorê Koma Welatiyan a Komarger û Komunîst a Fransayê û Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent, weke endamekî heyeta aştiyê çû bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê û hin hevdîtin kir.
Laurent diyar kir, ku ji bo li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bisekine û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd nîşan bide ew hatiye herêmê:
Ji bo nerazîbûnê nîşanî bêdengiya çapemeniya Ewropa û Fransayê bidin em li vir in.
Hem hatin vê derê ku ku piştevaniya xwe nîşan bidin, daxwaza rawestandina êrişan bikin.
Kurdan di berxwedana li dijî DAÎŞ’ê de piştgirî wergirtin.
Dema ku Tirkan êrişî Kurdan kir, nabe ku em berê xwe bizîvirînin û li cihekî cuda binerin.