Hevdîtina herdû aliyan bi qasî 3 saetan dewam kir..
Têkildarî naverokê, pêşî serokê Rûsyayê civîna çapemeniyê lidar xist..
Vîladîmîr Pûtîn hevdîtina weke avakar binav kir û got:
Weke gava pêşî ya diyarkirina niyeta baş, herdû alî biryar da ku xebatên sefaretên xwe destpê bikin.
Di hevdîtinê de ti helwestên dijminane derneketin pêş..
Têkildarî sûcdariyên êrişên elektronîk de jî, serokê Rûsyayê wiha got;
Em dixwazin ev mijar were gotûbêjkirin.
Lê divê were zanîn ku Amerîka bûye navenda herî mezin a pêkanîna êrişên elektronîk.
Serokê Rûsyayê, her wiha anî ziman ku laziem Waşîngton ji tevgerên Rûsya ên leşkerî nekeve nava tirs û fikaran û got, hêviya berdewamkirina diyalogê zêde bû.