Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 Nûçe

17:00 Nûçe

 

Pêşkêşvan: Bêrî Amed

Naveroka Nûçe

  • Ji hilbijartinên dîrokî re êdî roj man..Li Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê, li girtîgehan, li cîhanê, yên ku ji ber zordariya Erdogan li surguniyê ne, êdî rojan dijmêrin, ji bo xwe ji rejîma despot rizgar kin..Lazime roja 14’ê Gulanê qerara herî baş bidin..Partiya Çep a Kesk ji bo gel qerara rast bide, îro bajar bajar digere, polîtîkaya xwe dibêje ji gel re, hemûêza xwe li hemî beşên civakê vedike..Em destpêkê biçin Rihayê..Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan tevî heyeta Partiya Çep a Kesk li wê derê bû..Pervîn Buldan got, wê xelkê Rihayê di vê hilbijartinê de li ser sindoqan dersa AKP’ê bidê..Emê 8 wekîlan ji Rihayê derxin û emê ji bo malbata Şenyaşar edaleta dereng mayî pêk bînin.

 

  • Karwanê Serhedê yê Partiya Çep a Kesk, li herêma Xerzanê ye…Rawestgeha pêşî, navçeya Bedlîsê Hîzan bû…Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar xîtabî xelkê navçeyê kir û got, ev pêşbirka hilbijartinê di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye…Gel tercîha xwe baş kiriye û li kêleka aştîxawazan cîh digire…Ewê di hilbartinê de saltanata şerxwazan bi hev re hilweşînin.

 

  • Namzetên Partiya Çep a Kesk, li qadê ne; bê rawestan xebatên hilbijartinê dimeşînin…Namzetên Şirnex, Amed û Mûş li ser van xebatên xwe axivînin, li van bajaran rewş çawa ye niha, em ji wan guhdarkin.

 

  • BBC News, bi Selahattîn Demîrtaş re roportaj kir derbarê hilbijartinan de…Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dibêje; wê Erdogan 14’ê Gulanê têk biçe û dawî li rejîma wî were…Demîrtaş bi taybetî bang li ciwanan dike, dibûje, eger hûn naxwazin 5 salên din jî Erdogan li ser serê we be, heta hişbijartinê baş bixwebitin û li ser sindoqan jî dema we dengê xwe da, pir baş bifikirin.

 

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 5 şehîdên sala 2017’an bi bîr anîn…Gerîla Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bûne.

 

  • Parêzer Miriam Friedîng, yek ji heyeta navneteweyî ye ku rewşa Îmraliyê dişopîne..Mîriam ji CPT’yê xwest li hemberî tecrîdê wezîfa xwe bike, rapora xwe ya serdana Îmraliyê eşkere bike û mafên mirovan neke qurbana menfaatên dewleta Tirk.

 

  • Neşe Toprak rojnamevaneke ciwan e…Ji televizyona Medya Haberê re, bernameyêm çand û hunerê çêdikirin…Îro Neşe Toprak girtî ye..Dewleta Tirk ew bi “Endametiya rêxistinê” tewanbar kir û tevî 16 rojnemavanên din avêt zindanê.

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

18:00 Dengûbas

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv