Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

16’ê Cotmehê li Amedê mîtîng tê lidarxistin

 

“DEMA AZADIYA JINÊ YE”
16’Ê COTMEHÊ LI AMED’Ê MÎTÎNG TÊ LIDARXISTIN

Mîtîng bi dirûşma “Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye” ji aliyê TJA’ê û Meclîsa Jinan a HDP’ê ve tê lidarxistin.

Hevdîtina jinan seat 13’an wê li qada Stasyona Amedê pêk were.

Xebat û çalakiyên jinan ji bo vexwendina mîtîngê jî berdewam in.

JINÊN WANÊ:
EM Ê BERSIVEKE MEZIN BIDIN FERASETA DAGIRKER Û TECAWÎZKER

Li Wanê aktivîstên TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê li navenda bajêr derî bi derî digerin û jinan vedixwînin mîtîngê.

Jin di çarçoveya van xebatan de bi taybetî bi jinên ciwan re sohbet dikin û behsa girîngiya rêxistinbûyîna jinan jî dikin.

Aktivîstên TJA’yê diyar kirin ku li dijî zextên li ser jinan têkoşîneke hevpar.

Piştî nîqaşan jin li nîvê kolanê runistin û stran gotin.

Wê roja înê saet di dehê şevê da otobus ji ber avahiya HDP’a Wanê ber bi Amedê bi rêkevin.

TJA XWE JI BO MITÎNGA 16’Ê COTMEHÊ AMADE DIKE
YASEMÎN UÇER: MÎTÎNGEK DIKARE HER TIŞTÎ BIGUHERÎNE

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û aktivîsta TJA’yê Yasemîn Uçer jî derbarê mîtîngê de axivî.

Uçer destnîşan ku ew di serdemeke giring de mîtîngê lidar dixin û wiha got.

Divê li hemberı zayendparêzî û nijadperestiyê em dengê xwe biling bikin û bi yek dengî bêjin “EM LI VIR IN!”.

Armanca me qedandina polîtîkayên zayendparêz ye, lewma teqez divê jin ji bo sedsala xwe, mafên xwe û paşeroja xwe beşdar bibin.

Yasemîn Uçer ragihand ku nêzî mehekê ye tax bi tax digerin û ji jinan xwest 16’ê Cotmehê beşdarî mitînga wan a li Qada Îstasyonê ya Amedê bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv