Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçe Jin

16:00 Nûçe Jin

 

Pêşkêşvan: Nazê dûman

Naveroka Nûçe

  • Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropayê CPT’ê heta niha derbarê serdana xwe ya Îmraliyê agahiyek nedaye…Raporek eşkere kir, lê behsa Rêber Apo û girtiyên gel wî nekir…
    Li hember vê bêdengiya CPT’ê roj bi roj nerazîbûn zêde dibin…Endama delegasyona tecrîdê ya navnetewî Parêzer Mîrîam Fraydîng dibeje ji ber ku Tirkiye destûrê nade, rapor nayê eşkerekirin..Divê divê CPT erka xwe bi cîh bîne û naveroka serdana xwe, bi raya giştî re parvebike.
  • Namzet Newroz Uysal jî behsa tecrîda li Îmraliyê dike..Dibeje çareserkirina doza kurd li Imraliyê ye…Ji ber wê yên tecrîdê li ser brêz Abdullah Oclan û gelan giran dikin, bila li qaden hilbijartinê, ji kurdan dengan nexwazin..
  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 5 şehîdên sala 2017’an şehîd bûne bibîr anîn..
    Seran, Denîz, Battal, Andok û Harûn li hêremên parastinê yên Medya şehîd bûne..HPG”ê ji malbatên wan û hemû welatparêzên Kurdistanê rê sersaxî xwest…
  • Li bajarên Kurdistanê xebatên Partiya Çep a Kesk dewam dikin…Li Riha, Bedlîs û Qersê hem namzet hatin naskirin hem ji buroyên hilbijartinê hatin vekirin…Li Rihayê Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, li Bedlîsê jî Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivîn..Herduyan jî heman peyam dan…
    14’ê Gulanê de em ê rejîma yek zilamî bi hêza gel hilweşinîn.
  • Bi nêzîkbûna hilbijartinê AKP”ê dest bi sexteriyên xwe kir..Berî çend rojan me behsa li Semsûrê kiribû ji wê re..Di zeviyekî vala de gelek kes kirine endamên xwe..Piştî Semsûrê niha jî li Meletî heman tişt kirin..Bi sedan kes di nava erdekî vala qedkirine…
    Namzeda Partiya Çep a Kesk a Meletî Tûlay Şakar bang li xelkê bajar kir… Bila herkes rojên erdhejê bînê bîra xwe û wusa biçe ser raya xwe bi kar bîne û sindoqên xwe biparêze.
  • Peymana Stenbolê di 20’ê Adara 2021’ê ji aliye AKP-MHP’ê hate betal kirin..Ji wê rojê heya niha jin li qadan ê….Partiya Çep a Kesk jî di beyannameya xwe de yekem li ser ve xalê sekinîye..Ji bo ve mafê jinê dîsa bi dest bixin, de li meclîse têkoşîn bikin…
    Ka em dîsa bi hevrê binêrin Peymana Stenbolê çima ewqas girîng e û ji bo jina tê çi wateyê.

Mêvan: Namzeta Partiya Çep a Kesk a Amedê Sorgûl Ayket Avşar

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv