Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Cîhan

14:00 Cîhan

 

Pêşkêşvan: Tahir Goyî

Naverok

Hikumeta Tûnisê li dijî Tevgera NAHDA a birayên misilman, operasyonk da destpêkirin.
Serokê Tevgerê Raşîd El Gannuşî tevî 3 rayedarên payabilind hate binçavkirin.
El-Gannûşî dawiya hefteyê bi daxuyaniyekê gotibû.

Hemû hewldanên tevgera wan derve tên hiştin, û gefa şerê navxweyî xwar bû.

PDK û Iraq li ser meseleya petrolê de lihev kirin. PDK’ê peymana firotina petrola Başûr, radestî Bexdayê kirbû.Niha jî, Bexda hewildi de bi Enqerê re li hev bike.
Lê xuya ye ku wê, vê carê wê Tirkiye qaneh nebe.
Bi şantajê wê hewil bide, cezayê ku lê hatibû birîn, bide betalkirin.

Di vê nûçeyê de emê behsa bazara balefirên F16’an, a di davbera Tirkiyê û Amerikayê de bikin.
Ev demek dirêje dewleta tirk li dora Amerika tê û diçe, dixwaze balafirên F-16 bikire, û yên di destê xwe de jî, nû jen bike.
Lê tevî ku behsa astengiyan dihat kirin jî, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê firotina pergala ragihandinê ya lînk-16 erê kir û şand senatoyê.

Her ku diçe têkiliyên dinavbera, Îran û Erebistana Siûdî de geş dibe.
Piştî ku Wezîrên herdu welatan hatin cem hev, di nava çend rojan de biryara dan ku li welatên hev seferetxaneyan vekin.
Dûre jî li ser seferên balafiran jî li hev kirin.
Niha jî Îranê, bi awayekî fermî Qralê Siûdî, vexwendin Tehranê.
Divê navberê de, Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas, ji bo xurtkirina têkiliyan serdana Erebîstana Siûdî kir.

Li Sûdanê şerê di navbera Artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dewam dike.
Ji ber şerê heyî Neteweyên Yekbûyî alîkariya xwe da sekinandin.
Gelek welatan gerên balefirên xwe betal kirin.

Piştî li hev hatina Îran û Siûdî yê, Hêzên Hûsiyan û Hikûmeta Yemenê agir best îlankirin.
Bi vê yekê re jî, her du aliyan li ser berdana girtiyan li hev kirin.
Di vê çarçoveyê de, Yemenê 104 girtiyên din jî berdan.
Bi van girtiyan re, hejmara dîlên ku heta niha hatine berdan derket 973′ kesan.

Berê xwe bi din şerê li Ûkraynayê.
Şrê dinavbera aliyan de, di çi astêdeye, li kijan herêman şer girane.
Kijan welat bi şandina çekan şerê heyî gurdikin.
Em li detayên nûçeyê binêrin.

Li Kolombiyayê, şerê çekdarî yê bi salan, cîhê xwe ji aştiyê re dihêle.
Beriya demekê Hikumeta Kolombiyayê rêxistina çekdarî ELN bi awayeke fermî nas kir.
Hêzên çekdar ên şoreşger FARC’ê jî ragihan ku, ew amade ne dest bi danûstandinên bi hikûmetê re bikin.

Li Îtalyayê li dijî bazirganên madeyên hişbir, operasyoneke berfireh pêk hat.
Polîsan bi qasî 2 ton kokaîn desteser kirin.

Li Kolombiyayê, şerê çekdarî yê bi salan, cîhê xwe ji aştiyê re dihêle.
Beriya demekê Hikumeta Kolombiyayê rêxistina çekdarî ELN bi awayeke fermî nas kir.
Hêzên çekdar ên şoreşger FARC’ê jî ragihan ku, ew amade ne dest bi danûstandinên bi hikûmetê re bikin.

Amerîka, Japonya û Koreya Başûr careke din bi hinceta, tehdîta Koreya Bakur tetbîqatê li dar dixin.
Wê di tatbîqatê de, pergala parastinê a li dijî êrîşên fuzeyan biceribînin.
Koreya Bakur bertekên tund nîşanî tevlêbûna Amerîkayê da.
Û Îddia dike ku ji bona êrîşî wan bikin amadekariyê dikin.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv