12’EMÎN MÎHRÎCANA FÎLMÊN KURDÎ
DI MÎHRÎCANÊ DE WÊ 100 FÎLM BÊN TEMAŞEKIRIN
Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Londonê ji ber vîrusa korona wê bi mîhrîcanên din ên fîlmên kurd re bi awayekî hevpar were li darxistin.
Ji ber wê yekê tora “Mîhrîcana Global a Fîlmên Kurdî” hat amadekirin.
Temaya mîhrîcana ku wê ji gelek deveran fîlmên kurdî lê bên pêşandan, “Kurdistana min e.”
Mîhrîcan heta 27’ê nîsanê bi temaşekirina 100 fîlmên kurd wê bi rêve biçe.
Ji ber ku Mîhrîcan bi riya onlîne tê lidarxistin beşdar dikarin bi awayekî belaş fîlman temaşe bikin.