Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

12. Konferansa Meclîsa Îştar a Mexmûrê

 

Encamnameya konferansa 12”an a Meclîsa ÎŞtar bi daxuyaniyeke hat eşkere kirin.

Di encamnameyê de mijarên gelek girîng hatin nîqaşkirin û soza bilibdkirina berxwedanê derket pêş.

12. KONFERANSA MECLÎSA ÎŞTAR A MEXMÛRÊ
MECLÎSA ÎŞTAR BI TEVLÎBÛNA 400 DELEGEYAN KONFERANSA XWE LI DAR XIST

7’ê Mijdarê Meclîsa Îştar konferansa xwe ya 12’an li darxist.

Konferans bi dirûşma “Bi ruhê yekîtiya jinê em ê tekoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin” li mexmûrê hat li darxistin

400 delege tevlî bûn.

Di roja yekemîn de nirxandinên Rêber Apo yên li ser têkoşîna jinan hat xwendin.

Her wiha rapora xebatê ya du salan a Meclîsa Şehîd Axîn û Meclîsa Îştar hat xwendin.

Konferans di roja 2’an de bi peyam û nîqaşan berdewam kiribû.

12. KONFERANSA MECLÎSA ÎŞTAR A MEXMÛRÊ
KONFERANS DIYARÎ ŞEHÎDÊN BAZÊN ZAGROS Û CENGA XABURÊ HAT KIRIN

Encamnameya Konferansê bi daxuyaniyeke hat eşkere kirin.

Di encamnameyê de hate gotin:

81 endamên nû yên meclîsa jinan hate destnîşankirin.

Rewşa siyasî ya li Kurdistanê, daxwaza azadiya Rêber APO, berxwedana dayîka Emîne Şenyaşar, berxwedana gerîla, bikaranîna çekên kîmyewî, dorpêç û êrişên li ser wargeha şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê yek bi yek hatin rêzkirin.

Konferansa bi dirûşma, “Em bi rihe yekitiya jinê têkoşînê bilind bikin Rêber Apo azad bikin” hate lidarxistin diyarî şehidên pêngava ‘Bazên Zagros û Cenga Xaburê’ hate kirin.

Encamname ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek ve hate xwendin.

Bi taybetî îşaret bi girîngiya xwe rêxistinkirina jinan hate kirin;

Li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker jî bang hat kirin.

Meclîsa Îştarê di encamnameyê de berxwedana dayîka Emîne Şenyaşar a ji bo edaletê jî silavkir.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv