Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

140 roj in dîlên azadiyê li zîndanên dewleta tirk li ber xwe didin

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
140 ROJ IN DÎLÊN AZADIYÊ LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK LI BER XWE DIDIN

12’ê Îlona 2020’an KCK’ê pêngaveke berfireh û demdirêj danî pêşiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê.

Pêngav bi gelek şîaran ji bo 4 aliyên Kurdistanê û derveyî welêt hat ragihandin.

Lê şîara bingehîn “Dem Dema Azadiyê ye” bû.

Hedefa sereke ya Pêngavê jî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû.

Ji wê rojê ve gelê Kurd, dostên xwe li welêt û derveyî welêt li ser piyan e.

Beşdariya herî xurt a li Pêngavê jî li qadên Newrozê xwe da der.

27’ê Mijdara 2020’an di salvegera damezrandina PKK’ê de jî dîlên azadiyê li zîndanên dewleta Tirk beşdariya li pêngavê ragihandin.

Wan jî weke hedefa sereke “azadiya fîzîkî ya Rêber Apo” danîn pêşiya xwe.

Ji wê rojê ve ji 5 rojan carekê bi dorvegerî dikevin greva birçîbûnê.

Çalakî ji aliyê koma 28’an ve tê birêvebirin û 140 roj li pey xwe hiştin.

Bi rêya malbat û parêzerên xwe timî radigihînin, ku ew ji bilî azadiya fizîkî ya Rêber Apo tiştekî din qebûl nakin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KOMA 60’Î LI MEXMÛRÊ ÇALAKÎ DEWR GIRT

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî ji aliyê Meclîsa Îştarê ve hatibû destpêkirin.

Di roja 119’an de koma 60’î çalakî dewr girt.

Li ser navê koma 59’an Jiyan Pîranî axivî.

TÊKOŞÎNA BI PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
ÇALAKIYA LI KAMPA LAVRÎO DI ROJA 102’YAN DE YE

Li wargeheke din a penaberan, Lavrîo ya li Yûnanistanê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê didome.

Çalakiya li Lavrioyê 102 roj li pey xwe hiştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv