Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

YJA-Star: Şerê me wê berxwedana Rêber Apo bi serkeftinê tacîdar bike 13.02.2021

 

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
YJA-STAR: ŞERÊ ME WÊ BERXWEDANA RÊBER APO BI SERKEFTINÊ TACÎDAR BIKE

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê bi rasthatina salvegera 22’an a komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da..

Fermandariyê diyar kir ku bersiva herî rast a pêşwazîkirina 23 saliya komployê bi şikandina qeydên tecrîdê, pêkanîna azadiya Rêber Apo ye.

Bi pêşengiya rêbertî û şehîdan, ji 15 Sibata 1999’an ve gerîlla û gelê Kurd ê leheng di nava berxwedaneke dîrokî de ne. Vê yekê hişt ku pêşî li armanca hêzên komploger û hevkarên wan, were girtin.

Di qonaxa pêşî de hin ku hêzên ku qaşo xwe weke partiyên Kurd binav dikirin bi awayekî çalak destek dan komplogeran, îro li ser heman şopê ne.

Ev derdor ji bo qirkirina gelê Kurd, ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve her hatine bikaranîn.

Fermandariya YJA-STAR’ê di vê warî de bal kişand ser êrişên dawî ên li dijî Herêmên Parastinê yê Medyayê û wiha dewam kir.

Tevî ku tê zanîn ev êriş bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê têne pêşxistin jî heta roja me, hêzên siyasî yên beşê welat ti helwesteke dijber nîşan nedane. Berovajî, hin ji van hêzan ji bo rewakirina êrişên dewleta Tirk her ketine nava hewldanan.

Êrişa dawî ya li dijî herêma Garê, nîşaneya israra dewleta Tirk a tinekirina tevgera azadiyê û qirkirina gelê Kurd e.

Hîma vê tevgera qirkirinê ya dawî ji sala 2015’an ve hate danîn. Di şexsê rêbertiya me de li dijî gelê Kurd, tevgera azadiya û bi taybet jina azad, êriş di asta herî jor de berdewam dikin..

Fermandariya YJA-STAR’ê diyar kir ku pêngava “demas azadiyê ya ” ku ji aliyê KCK’ê ve hatiye ragihandin, li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya gerîllayên jin roj bi roj mezintir dibe.

Em weke hêza fedaî û berxwedanê, ji Rêber Apo fêr bûn ku çawa şerê azadiyê biserbixin. Di vî warî de em bi biryar in:

Wê şerê me ê serkeftinê layîqê berxwedana Rêber Apo be.

Êdî dem hatiye ku em li Kurdistanê tevî Rêber Apo azad bijîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv