Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xwediyên Facebookê li gorî dilê dewleta tirk hesabên kurdan digrin 25.02.2021

 

FACEBOOKÊ JI DEWLETA TIRK RE ŞIXULÎ
XWEDIYÊN FACEBOOKÊ LI GORÎ DILÊ DEWLETA TIRK HISABÊN KURDAN DIGRIN

Saziya rojnamevaniya lêkolîner ji bo xizmeta civakê ya bi navê Pro Publica, nûçeyek balkêş belav kir.

Nûçeya Pro Publica li ser helwêsta rêveberiya Facebookê beramberî sansurkirina hesab û naverokên Kurd, bû.

Vê nûçeya Jack Gillum û Justin Elliott eşkere nîşan da ku Facebookê di asta jor a rêveberiyê de sansura hesabên Kurdan ji bo dewleta Tirk bi rê ve biriye.

Gelek caran bêyî ku daxwazeke dadgehê hebe, jî facebookê hesab û naverok sansur kirine.

Di dema dagirkeriya li dijî Efrînê de dewleta Tirk ji Facebookê xwestibû parvekirinên YPG´ê asteng bike.

Bi vê nûçeyê derket holê ku rêvebera li herî jor a Facebookê Sheryl Sandberg tenê bi hevokekê bersiv daye, koma xwe ya ku daxwaza Tirkiyeyê nirxandiye: “ev ne xema min e”.

Ji ber wê jî piştî êrişê bi sê salan jî parvekirinên YPG´ê yên li ser sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li ser facebookê li Tirkiyê nayên dîtin.

Gelek e-mailên rêveberiya Facebookê yên di destê rojnamevanan de nîşan didin ku Facebook di rastiyê de hevkara sîstemên otokrat e.

E-maileke 26´ê Çileyê 2018´an a Joel Kaplan nîşan dide ku ji bilî Sherly Sandberg her wiha xwediyê Facebookê Mark Zuckerberg jî hatiye agahdarkirin.

Sherly Sandbergê bersiv daye vê e-maila Joel Kaplan û gotiye, ew razî ye ji sansurê û Zuckerberg û rêveberên din jî ev yek erê kirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv