DESTANA GARÊ
XELKÊ HELEPÇEYÊ SERKETINA GERÎLA PÎROZ KIR
Xelkê Helebceyê, serketina gerîla ya li Garê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker pîroz kir.
Doh bi şev Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê,
li Baxê Giştî ya Helebceyê, serketina gerîla ya hemberî dewleta Tirk a dagirker pîroz kirin.
Welatî û ciwan li ber stranan govend gerandin û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana gerîla’, ‘Bijî Serok Apo’ qêriyan.