BERXWEDANA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA BOGAZÎÇIYÊ
TEVÎ DORGIRTINA LI ZANÎNGEHÊ JÎ XWENDEKAR ÇALAKIYAN DIDOMÎNIN
Piştî ku şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan Melîh Bulû weke qeyûm li ser zanîngeha Bogazîçî wezîfedar kir, xwendekarên vê zanîngehê dest bi berxwedanê kirin.
Her roj çalakiyan li dar dixin û polîtîkaya qeyûm a rêjîma faşîst protesto dikin.
Polîsên rêjîma faşîst dor li zanîngehê girtine û her roj xwendekaran dikin binçavan.
Tevî vê yekê xwendekar bi biryardariyeke mezin çalakiyên xwe didomînin.
BERXWEDANA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA BOGAZÎÇIYÊ
HETA NIHA ZÊDETIRÎ 520 KES HATINE BINÇAVKIRIN
Li aliyê din 23 xwendekarên hatibûn binçavkirin birin edliya Stenbolê.
Wezareta Hundir a rêjîma faşîst jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku li 38 bajaran 528 kes di êrişên li dijî çalakiyan de hatine binçavkirin, 2 kes hatine girtin, 28 kes hê di bin çavan de ne.
Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bang li dewleta TIrk hat kirin, ku dawî li êrişên li dijî xwendekaran bîne û kesên hatine binçavkirin û girtin werin berdan.
BERXWEDANA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA BOGAZÎÇIYÊ
LI RIHA DAXUYANÎ LI BÛRSAYÊ ÊRIŞA LI DIJÎ ÇALAKIYA PIŞTGIRIYÊ
Şaxê Egîtîm-Sena Rihayê jî bi civîneke çapemeniyê piştgirî da berxwedana xwendekarên zanîngeha Bogazîçî.
Li Bûrsayê jî xwendekarên zanîngehê xwestin daxuyaniyeke piştgiriya ji bo hevalên xwe bidin.
Polîsên rêjîma faşîst êrişî xwendekaran kirin û 20 xwendekar kirin binçavan.