TEVGERA DAGIRKERIYÊ
LI GUNDÊN LICÊ 13 KES HATINE BINÇAVKIRIN
Eskerên dewleta Tirk duh serê sibê li qada ku dikeve navbeyna gundên Mizag, Xemzê, Mexmedêlê, Melê, Qormik, Zengesor, Dizeynî yên navça Amed Licê dest bi êrişên tevgera dagirkeriye kir.
Li qadên navbor ewil liv û tevgera helîkopteran dest pê kiriye û dûre helîkopteran yekîneyên taybet danîn herêmê.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, eskeran piştre bi ser gundan de girtiye.
Di serdegirtina gund û malan de13 kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Licê.
Liv û tevgera dagirkeriyê ya li herêmê dewam dike.
Li aliyê din eskeran li Bedlisê jî bi ser gundên Xumaç, Herves de girtin.
Di serdegirtinan de, 2 sercerdevan jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirinê, birine Fermandariya Cendermeyan a Bajêr.