Li Rojavayê Kurdistanê Tevgera Ciwanên Şoreşger 2’mîn konferansa xwe li darxist..
Di konfernasê de li ser rêxistinkirin û çakabûna ciwanan ya li dijî dagirkeriyê nîqaş hatin pêşxistin.
Her wiha rêveberiyeke nû hat hilbijartin û hin biryar hatin girtin..
Tevgera Ciwanên Şoreşger konferansa xwe ya 2’an bi tevilbûna ciwanên Kurd û Ereb li darxist.
Konferans li Rimêlanê li navenda Çand û huner pêk hat.
Piştî rapora xebata ciwanan li ser rewşa siyasî û rêxistinkirina wan nirxandin hatin kirin.
Di konferansê de herî zêde şêwazê têkoşîna ciwanan a li dijî şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê dimeşîne hat nirxandin.
Di çarçoveya pêşniyarên ku di konferansê de pêşketin, hin biryarên ku hatin girtin wiha ne:
-Bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO..
-Li her qadê bi rêxistinkirina ciwanan.
-Têkoşîna li hemberî dagirkerî û şerê taybet ku li dijî ciwanan tê meşandin.
– Di nava komînan de bi rêxistinkirina ciwanan.
-Li hemû herêman akademiyên perwerdeyê yên kurdî û erebî ji bo ciwanan werin vekirin.
-Beşdarkirina ciwanan di nava komîteyên parastina civakî de
-Her wiha koperatîfên aborî werin vekirin.
Di dawiya konferansê de 30 kes ji bo rêveberiya meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê hatin hilbijartin.