TEVGERA AZADÎ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BANG KIR
“TENÊ YEKÎTIYA KURDAN DIKARE ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ RAWESTÎNE”
Tevgera Azadî li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.
Cîgira hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên daxuyanî xwend û balkişand ser êrişkariya dewleta Tirk.
Tara Hisên got, bi tenê yekîtî û hevgirtin dikare pêşiya van êrişên dagirker bigire.
Û bang li hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin.
ENDAMÊ MECLÎSA BILIND A YNK’Ê MELE BEXTIYAR
“DEWLETA TIRK NIKARE LI HEMBERÎ GERÎLA BI SERKEVE”
Endamê Meclîsa Bilind a YNK’ê Mele Bextiyar jî li ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bersiv da pirsên ajansa Rojnews ê.
Mele Bextiyar da zanîn ku dewleta Tirk bi şer nikare li henberî gerîla bi serkeve û banga dîyalogê kir.
SIYASETMEDAR MIHEMED EMÎN PÊNCIWÊNÎ
“ARMANCA SEREKE YA DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE”
Siyasetvan û rewşenbîrê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî jî da zanîn ku armanca bingehînya êrişên dewleta Tirk nê PKK, dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistan û çavkaniyên wê yên enerjiyê ne.