Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Têkçûyina tevgera dagirkirina Garê 14.02.2021

 

TÊKÇÛYÎNA TEVGERA DAGIRKIRINA GARÊ
40 BALAFIR, BI DEHAN HELÎKOPTER Û BI HEZARAN ESKER, DOST Û MUTEFÎKÊN WAN TÊK ÇÛN

10’ê Sibatê saet 3’yê şeveqê, artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Garê ya di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de dest bi tevgereke êrişê kir.

Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirk bixwe eşkere kir, ku di êrişê de 40 balafir, bi dehan helîkopter û bi hezaran esker hatine bikaranîn.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê heman rojê raya giştî agahdar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, gelek qadên herêma Garê bi balafirên şer dehê caran hatine bombekirin.

Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Garê jî têkildarî êrişê, 11’ê Sibatê ber bi danê nîvro ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandindibû, ku bi taybetî kampeke êsîrên şer lê tên girtin hatiye bombekirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê jî 12’ê Sibatê ragihandibû, ku şerê li qada Siyanê bi înîsiyatîfa gerîlayan pêk tê û di vî şerî de bi dehan kuştiyên artêşa dewleta Tirk a dagirker hene.

Jixwe artêşa dewleta Tirk a dagirker bixwe kuştina 2 yuzbaşi û astsubayekî xwe ragihandibû.

Ew jî Ertug Guler, Burak Coşkun û Harûn Turhan bûn.

Wezîrê Parastinê yê dagirkeriya Tirk Hulûsî Akar derheqê tevgera dagirkirina Garê de piştrast kiribû, ku ew ne bi tena serê xwe ne û gotibû, em bi dost û mutefîkên xwe re tevgera li dijî Garê koordîne dikin.

Her wiha gotibû, armanca wan tinekirina hêza gerîla ya li herêmê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan ragihandibû, ku ewê 10’ê Sibatê an go roja destpêkirina tevgera dagirkirina Garê mizgîniyekê bide.

Bi daxuyanî û çapemeniya xwe ya şerê taybet piştrast kiribûn, ku hedefa wan di rojekê de dagirkirina herêma Garê ye.

Lê ne ev hedefa wan çû serî ne jî Erdogan dikarî mizgîniyekê bide.

10,11, 12’ê Sibatê gerîlayên HPG û YJA-Starê derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dabûn.

Hatibû wê astê ku, 7 helîkopterên xwestin eskeran deynin herêmê, bêyî bigihin armanca xwe li ser bersivdayîna gerîlayan vekişiyabûn.

Jixwe dîmenê vê yekê jî ji aliyê ANF’ê ve hatibûn parvekirin.

Li ser vê têkçûyînê 14’ê Sibatê nîvê şevê, wezareta parastinê ya dagirkeriya Tirk bi daxuyaniyekê vekişandina hêzên xwe ji herêma Garê ragihand.

Tevgera dagirkirina Garê ya bi 40 balafirên şer, bi dehan helîkopter, bi hezaran esker, dost û mutefîkên dewleta Tirk bi berxwedana gerîla têk çû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv