Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
AnalîzŞîrove

19:45 Şiroveya Hefteyê

 

Şîroveya Hefteyê

Analîz/Gulîstan Çiya Îke

Ji dengê civaka azad Stêrk Tv êvar baş

Temaşevanên hêja;

Li Bakurê Kurdistanê îro li dijî gelê Kurd zilmek nedîtî pêk tê. Li ti beşek Kurdistanê wekî li Bakur û Tirkiyê Kurd nehatine înkarkirin. Li beşên din yên Kurdistanê li Kurdan zilm û zext hatiye kirin. Enceq polîtîkaya qirkirinê û tinekirina Kurdan di vî astî de pêk nehatiye. Zihniyeta ku 1925’an Şêx Seîd û hevlaên wî, 1938’an Seyît Riza û hevalên wî darve kir, îro jî her wek xwe didome.

Armanc qirkirina Kurdan e. Bi vê armancê di ti dokuman û belgeyek fermî de cih nadin navê Kurd û Kurdistanê. Li meclisa Tirkiyê gotina Kurdistan û navên bajarên Kurdan qedexe ye. Vêca ger ji bo parlementeran ev qedexe heye, tê fêmkirin ka çi zêhniyet serwer e.

Sed sale gelê Kurd dibin desthilatek wisa qirker û mêjûkdar de dijî. Bi dehî salaye gelê Kurd bi jin û ciwanên xwe, zarok, kal û pîrên xwe ve li dijî vê dewleta zalim li ber xwe dide. Tevî berdêlên giran jî gelê Kurd dest ji nasname, ziman û çanda xwe bernade.

Li dijî dewleta Tirk a qirker Kurd şerê man û nemanê dikin. Her ku Kurd di jiyana azad û demokratîk de israr dikin, dewleta Tirk a qirker jî zêdetir êriş dike. Tenê yek armanc û polîtîkaya vê dewletê heye, ew jî qirkirina Kurdan e.

Ev dewlet wisa ne tenê dijminê PKK, HDP an jî hêzeke din a siyasî ya Kurd e. Ev dewlet dijminê Kurdan e. Dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake, tine bike. Ji ber niha li pêşiya polîtîkayên qirkirinê PKK û HDP asteng dibîne, êrişî van hêzan dike.

Yên ku ji Şêx Seîdê Kal û Seyîd Riza re gotin eşkiya niha jî PKK’ê weke terorîst dibînin. HDP’ê bi terorîstiyê sucdar dikin. Enceq niha herkes dibîne ku armanca dewleta Tirk Kurd hemû ne. Ku tu bêjî ez Kurdim, daxwaza mafên Kurdan bikî tê wateya ku tu li dijî armanca bingehîn a vê dewletê û stratejiya wê radibî. Ji ber vê sebebê bi kok qelandina tekoşerên Kurdan, armanca vê dewletê ew e koka Kurdan biqelîne.

 

Ger di warê siyasî de kokê neqelînin, qirkirina siyasî nekin, Kurdê rêxistî ne perçiqînin, nikarin bigehin vê armanca xwe ya ne bi xêr. Ji ber vê HDP û DBP’ê dikin armanca êrişan.

Li gel êrişa li dijî şaredariyên li Bakur ev rastî careke din hat dîtin; bi navê Kurdbûnê siyaset suc e. Yekane sebeba girtina parlementer û hevşaredaran ev e. Hevşaredarên ku bi rêya kayyumên dagirker wezîfeya wan hat desteserkirin, ne li gorî destûra Tirkiyê ne jî a navnetewî ti sucek nekirine.

Ji ber ku bi israr bi navê Kurdbûnê û Kurdan siyaset dikin, tên cezakirin. Bi vî awayî dixwazin siyaseta binavê Kurdan asteng bikin. Wateya vê ya siyasî daxwaza dest jê berdana Kurdbûnê ye.

Zelal e ku dewleta Tirk dijminê Kurdan e û qirker e. Tinekirina Kurdan li Bakur, tinekirina tevayî Kurdane. Divê Kurdên li çar aliyên Kurdistan û cîhanê vê rastiyê wiha bizanin. Kurdê ku vê rastiyê fêm nake, ew Kurd e serê xwe xistiye nava qûmê.

Kurdê ku îro li her devera lê ye li dijî dewleta Tirk nabe xwedî helwest û natêkoşe ew kese ku dest ji Kurdbûna xwe berdaye. Ku îro li dijî vê dewletê helwest û têkoşîn tinebe, dê piştre êdî dereng be. Wê demê ev kesên derengmayî dê poşmaniya kêliyên dawî yê keşeyê Alman bijîn. Ku digot ‘dema dor hat me êdî kesek nemabû xwedî li me derkeve’. Lê poşmaniya dawî bê fêde ye.

Dewleta Tirk êrişî gora Kurdan dike. Eşkere dibêje, li ser vê axê cihê gorên we jî tine ye. Tê dîtin ku ji bo mirinê jî divê welatê te azad be. An go divê Kurd bibin xwedî statûyek azad. Di rastiyê de êdî tekoşîna Kurdan tenê ne bi filan û bêvan armanca siyasî ye. Tekoşîna Kurdan ji bo hebûnê ye. Kurd dixwaze wekî xwe hebe. Ji vî aliyê xwe ve ev tekoşîn ya her Kurdî ye.

Ya her kesiye ku xwe Kurd dibîne. Yan dê li dijî vê dewleta qirker têbikoşe û wekî Kurd hebe; an jî dê Kurbûn tine bibe. Pêkanîn û polîtîkayên dewleta Tirk xwe disipêrin vê rastiyê. Bi bêdengiya li hemberî polîtîkayên vê dewletê Kurdbûn nayê parastin. Lewra wiha emê nikaribin bêjin ‘Em Kurdin.’

Ji ber vê sebeba pir giring û jiyanî, divê her ferdê Kurd, civaka Kurd tevahî rabe ser xwe. Bêy dereng bimîne bikeve nava liv û tevgerê. Divê bikeve nava seferberiya HEBÛNÊ. Ev ne demek normal e. Ku gel, ciwan, jin, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û hunermend wisa normal bibînin, ev dibe xeflet.

 

Divê yên raketî ji xewa xefletê şiyar bibin, di serî de dewleta Tirk li dijî dijminên Kurdan tevlî şerê man û nemanê bibin.
Bi hêviya her Kurdek ji bo parastin û mîsogeriya hebûn û azadiya xwe tevlî vê tekoşîn û berxwedanê bibe…

Êvar baş!.

 

 

Ev jî hatin dîtin

17:43 Şirove 03.05.2022

Stêrk Tv

17:43 Şirove 25.04.2022

Stêrk Tv

17:43 Şirove 12.04.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 21.03.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 28.02.2022

Stêrk Tv

16:45 Şirove 15.02.2022

Stêrk Tv