Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serhed Botan: Kesê derewîn carek dixwe firavîn! 23.02.2021

 

SERHED BOTAN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
KESÊ DEREWÎN CAREK DIXWE FIRAVÎN !

Weke tê zanîn di şeva 10-11’ê sibatê de artêşa dagirker a tirk êrîş bir ser herêma Garê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Dema êrîş anîn wezîrên wan ên şer derket û got wan operasyona pençe nizanim çi dane destpêkirin. Medyaya hevkar û servîsa şerê taybet û derûniya wan ketin amadekariya ku weşana zindî organîze bikin. Hê çend saetên destpêkê derbas nebû ku wan bi xwe jî zanî sala wan ji bihara wê diyar e, lewma zimanê xwe xistin qirika xwe û çend rojan bênavber jîmnastîka ji bo çêkirina derewekî baş kirin!

Welhasil piştî ev hemû gurme gurm û teq û req, ne tenê nikarin yek gavî bi pêşve biçin, heta ketibûn nava hizra bê ka çawa dikarin xwe ji nav ‘Pençeyên Gerîla’ rizgar bikin. Hewbû ku roja çaran bi mêş û zirkêrteyên xwe karîn ên ji ber pençeyên tîj ên gerîlayan mabûn, rakin bibin.

Şefê faşîst û wezîrên wî yê devpîs û tirsonek piştî wê bi xwe derket û li xwe mikur hat, got ; “Waye me wer dizanî her der deşt e! Lê me nizanî binê me teşt e ku ev jî kun bûye û waye em noq dibin.”
Zirneyên wan jî piştî çar rojan ku hema bêje li ber fetisînê bûn û piştî evqasî jîmnastîka derewçêkirinê ku di vê navberê de em ji wan re bêjin qewet be ji we re! hatin ser dikê û gotin; “Yê ew şikeft çêkirin, encax ‘Endazyarê Metro’yê be dikare çêbike.” Behsa gerîlayên xwîngerm, zana û berxwedêr dike. Bawer im ku pîpirka zirneya şerê taybet xirab bûye, ji ber ku vê carê ji bîr kirin ku li şûna pesna xwe bidin çawa binketinê weke serketinê nîşan bidin, pesnê pisportiya gerîlayan kirin.

Ka em dîsa vegerin ser mijara xwe û zêde dûr neçin. Wan ji ber nezanîn çi bikin û tu hincetek di destê wan de nîne ku binketina xwe veşêrin, lewma rabûn û leşkerên xwe yên di destê gerîla de bûn bi şeklekî bêexlaq kuştin û bi vî rengî xwestin hewl bidin rastiya binketina xwe veşêrin. Lê nizanin êdî kes li ber zirneyên wan naraqise.

Bi kurt û kurmancî artêşa dagirker ê tirk piştî binketina li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li Garê dîn û har bûye. Niha jî nizane çawa wê binketina xwe veşêre. Vêca li vê derê dixwazim gotinekî yê pêşiyên me bêjim da ku rewşa dewlet û artêşa tirk a niha bi baştirî were fêmkirin. Pêşiyên me dibêjin ‘gûyê xwe di bin berfê de veşartin’. Dê vêca ji wê xweştir ne bawer im bê vegotin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv