Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerda Mazlûm Gabar: Paradîgmaya Rêbertiya me têkoşîn û jiyanê geş dike 18.02.2021

 

FERMANDARA YJA STARÊ ŞERDA MAZLÛM GABAR:
PARADÎGMAYA RÊBERTIYA ME TÊKOŞÎN Û JIYANÊ GEŞ DIKE

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlum Gabar ji Ajansa Firatê ANF’ê re axivî û li hemberî polîtîkayên dewletê îşaret bi girîngiya xwe parastina jinê kir.

Fermandara YJA Starê Şerda Mazlum Gabar der barê polîtîkayên qirrkirina jinê ev nirxandin kirin:

Polîtîkayên dewleta Tirk nakokî û şerê dîrokî zêdetir kiriye.

Bi şîdetê re înkar, îmha û tasfiye tê ferzkirin.

Em vê yekê qebûl nakin li dijî wê têdikoşin.

Îro bi têkoşîna azadiya jinan re têkoşîna azadiya kurdan zêdetir dikeve rojevê.

Şerda Mazlûm Garbar îşaret bi pêngava dawî li qirkirina jinan bîne, dem dema parastina jin û civaka azad e û got:

Pirsgirêka jinan li cîhanê bûye pirsgirêka herî mezin.

Êdî ji aliyê her hêzê ve ev pirsgirêk tê rojevê.

Lê di aliyê îdeolojîk, polîtîk de nirxandinên berfireh kêm in.

Paradîgmaya Rêbertiya me û Tevgera Azadiyê Jinan, têkoşînê pêş ve dibe.

FERMANDAR ŞERDA MAZLÛM GABAR:
EM Ê JINAN BI TENÊ NEHÊLIN Û WAN NEKIN QURBANA PERGALÊ

Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku YJA STAR hêza parastina hemû jinan e û ew ê ti carî jinan bi tenê henêlin.

Em ê jinan nekin qurbana pergalê.

Kî li hemberî jinan zextê bike em li dijî wan in.

Li gorî sûcên ku kirine em ê polîtîkaya xwe ya ceza pêk bikin.

Li dijî polîtikayên kapîtalizmê û kevneperestiyû em ê jinan bi tenê nehêlin.

Em ê bi hev re, xwe birêxistin bikin, hêza xwe bikin yek û helwesta xwe ya hevpar geş bikin.

Fermandara YJA Starê xalên serekê yê têkoşîna jinan jî weke xwebirêxistinkirin, xweparastin, xweperwerdekirin û veguherîna jinê û têkoşîna li dijî pêrgalê destnîşan kir.

Şerda Mazlum Gabar bal kişand ser girîngiya avakirina rêxistinbûna xweparastinê yên li dijî sîstema tecawizkar a mêr jî û got:

Divê li her devera pêwîstî pê heye, em rêxistinbûna xweparastinê ava bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv