Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şengalî li dijî peymana li ser Şengalê dimeşin 11.10.2020

Şêniyên Şengalê li dijî peymana ku bêyî wan di navbera hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de li ser Şengalê hate amadekirin, dest bi meşê kirin.

Di 9’ê Cotmehê de rêveberiya Bexda û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê li ser Şengalê di nava xwe de peymanek îmze kirin. Ev peymana ku bêyî tevlîkirina şênî û rêveberên Şengalê hate amadekirin, li Şengalê bû sedema hêrseke mezin.

Şêniyên Şengalê ji bo helwesta xwe li dijî vê peymana li derveyî wan hatiye amadekirin nîşan bidin, li navenda şengalê li hev kom bûn.

Nûnerên Êzidî, Ereb, Sûne, Şîa, serokeşîr, oldar, rêxistin û partiyên herêmê, bi kurtasî nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê tevlî vê meşê bûn.

Girseya gel bi hildana pankartên bi nivîsa “Em ti biryarên li derveyî îradeya gelê Şengalê qebûl nakin”, “Em desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê qebûl nakin” dest bi meşê kir.

Di dawiya çalakiyê de wê li Çerxerêya Qibayilê daxuyaniyek bê dayin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv