Senetora Fransî Laurence Cohen derbarê kuştina 3’ê jinên Kurd de ji Stêrk tv axivî.
Laurence Cohen qala bandora komkujiya Parîsê, pişt peredeya wê, hevkariya dewleta Tirk a bi Fransayê re û tekoşîna ji bo edaletê kir.
Laurence Cohen anî ziman ku nayê qebûlkirin mirov komkujiyê tenê bi kesekê ve girê bide û got. Omer Guney fermana vê komkujiyê nedaye.
Gelek delîl û belge derketin ku destê îstîxbarata Tirk di nava vê komkujiyê de ye. Ji ber vê jî nayê qebûlkirin ku ev komkujî tenê bi kesê kiriye re bi sînor bê hiştin. Divê komkujî bi hemû aliyan ve bê ronîkirin û kesên fermana komkujiyê dane bên eşkere kirin.