“DEMA AZADIYA OCALAN HATIYE”
SENDÎKAYÊN ÎNGILÎZ ÎLANEK DA ROJNAMEYA NEWHAM RECORDER
Ji sendîkayên herî mezin ên Îngîlîz UNÎTE û GMB ji bo kampanya azadiya Rêber Apo di nava tevgerê de ne.
Sendîkayên xwedî bi mîlyonan endaman bi îlanên didin rojnameyan jî, girîngiya fikra Rêber Apo destnîşan dikin.
Sendîkayên Îngîlîz herî dawî îlaneke tam rûpel da rojnameya herî girîng ya herêma Newham a bi navê Newham Recorder.
Îlan bi sernavê “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Rojhilata Navîn û Tirkiyê re aştî” hate weşandin.
Di îlanê de rola fikrên Rêber Apo yên ji bo çareseriyan hatiye destnîşan kirin û ev daxwaz hatine rêzkirin:
Bila zûtir tecrîd û îzolasyona li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin.
Lîderê girtî yê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.
Zextên li ser Kurdan bên bidawîkirin.
Girtiyên polîtîk ên li zindanên Tirk bên berdan.
Tirkiye tevgerên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî û Iraqê bi dawî bike.
Bila raya giştî ya navnetewî piştgirî bide hewldanên çareseriya siyasî.