Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîd Sema Koçer: Ez dixwazim bi çalakiya xwe bersivê bidim tecrîdê 09.02.2021

 

NAMEYA SEMA KOÇER A JI BO RÊBER ABDULLAH OCALAN NIVÎSNDIYE
SEMA KOÇER: EZ DIXWAZIM BI ÇALAKIYA XWE BERSIVÊ BIDIN TECRÎDÊ

Gerîlaya YJA Starê Rewşen Aşkara binasnav Sema Koçer di 31’ê Adara 2020’î de li çiyayê Agiriyê li dijî hêzên dewleta Tirk çalakiyeke canbexşane li dar xistibû.

Sema Koçer beriya çalakiya xwe li dar bixe, di 12’ê Sibata 2020’an de nameyek nivîsî bû û qala armanca çalakiya xwe kiribû.

Gêrîla Sema Koçer di nameya xwe de wiha dibêje.

Hîn ji zarokatiyê ve min nedikarî xwe li dîlgirtina Rêbertî rabigirim ku ji wê demê ve min ev dîlgirtin fêhm nekiribû.

Niha jî vê nivîsê bi heman xweranegirtinê dinivîsînim.

24 saetan bi vê xweranegirtinê jiyam, min sebir kir.

Ji bo lidarxistina vê çalakiyê ez xwe amade dibînim û di vê pêvajoyê de pêwîstî bi vê dibînim.

We got, jin a azad welatê azad e, mêr ê azad e. Bi vê felsefeyê we jin jinûve vejand û bi xwe hesand.

Li nava refên PKK’ê mezin bû, şer kir, bedew bû, bi hêza xwe şer dike. Me jî rastiya xwe kêm jî be di rastiya we de dît.

Bi rêya vê çalakiya xwe dixwazim xwerexnekirina bixim meriyetê. Xwedîderketina li nirxên we, xwedîderketina li armanca Kurdistana azad a şehîdan, hêviya herî mezin a gelê me ya ji bo we ye.

Serokê min ev hewldaneke hestawarî nîne. Kurdistana azad ku xeyalê we ye di nava çanda destavêtinê de ye, dayikên me yên aştiyê her roj li naverastê têne binpêkirin, destdirêjî li jinên ciwan tê kirin. Li pêşberî van hemûyan dixwazim deynê xwe bidim.

Wezîfeya me hemûyan e ku niha dest bidin hev, dilê xwe bixin nava kulma xwe û tecrîdê bişikînin.

Silav û rêzên şoreşgerî

12’ê Sibata 2020’an

Sema Koçer

Herêma Serhedê

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv