Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Saziyên jinan ji CPT’yê re name şandin: ‘Ji bo dawîbûna tecrîda li Îmraliyê bikeve nava tevgerê 15.02.2021’

 

SAZIYÊN JINAN JI CPT’Ê RE NAME ŞANDIN
“JI BO DAWÎBÛNA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ”

Nameya ji bo Komiteya pêşîlêgirtina Êşkence CPT bi pêşengiya Tevgera jinên Kurd TJK-Ewropa hat nivîsandin.

Name balê dikişîne ser pergela êşkence ya li Imraliyê ku ev bi salane li ser rêber Apo tê bikaranîn û daxwaz ji CPT tê kirin ku di dema muzakereyên xwe yên bi rayedarên Tirk re şertên tecrîdê wergerînin ji bo aştî û aramiya civakê

Di bin nameyê de ji qada navnetewî imzeya 62 jinan cih digire.

Jinên ku di nav wan de akademisyen, siyasetmedar, hunermend û parezvanên mafê mirovan jî hene, di nameyê de destnîşankirin ku Ocalan li Kurdistanê ji aliyê milyonan kesî ve weke serokekî tê qebûlkirin û dikare ji bo aştî û çareseriya pirsgirêkan rolekî diyarker bileyîze.

62 AKADEMÎSYEN Û SIYASETVANÊN JIN:
BI TECRÎDA LI DIJÎ OCALAN HUQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN

Jinan di nameyê de bal kişandin ser têkoşîna Ocalan ya ji bo azadiya jinê jî û weha gotin:

“Fikra Ocalan ya ‘Heta jin azad nebe, civakek nikare azad bibe’ di têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr û tundiya dewletê de cesaret da jinan. Bi fikrê Ocalan jinên li Bakûr û Rojavayê Suriyê di nava şer de ji bo azadiya xwe destketiyên dîrokî afirandin.”

62 jin di nameya xwe de bêdengiya saziyên navnetewî û herêmî ya li dijî tecrîda giran a li Îmraliyê şermezar kirin û xwestin pîvanên hiqûqê biparêzin û xwedî li wezîfeyên xwe derbikevin.

Di dawiya nameyê de jî 62 jin bang li saziyên navnetewî yên parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî tecrîda giran a li Îmraliyê bikevin nava tevgerê

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv