NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
ŞANAZ ÎBRAHÎM EHMED: TIRKIYE JI BÊDENGIYA HEWLÊR Û BAXDA CESARETÊ DIGIRE
Endama Desteya Rêveberiya Polîtburoya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser êriş û dagirkeriya Tirk ji Rojnewsê re axivî.
Şanaz Îbrahîm Ehmed êriş û bombebarana Tirk, wekî êrişa li dijî serweriya Başûr û Iraqê nirxand û ji ber bê dengiyê jî Hewlêr û Baxda rexne kirin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bêdengî û bêhelwestiya Hewlêr û Baxdayê cesaretê digire û li ber çavê cîhanê êrişan dike û welatiyên sivîl dikuje.
Rêvebera YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bi bîr xist ku hukumeta Başûr tevî kuştina sivîlan dîsa jî, dewleta Tirk şermezar nakin û xwest ku dawî li vê were anîn.