Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnameya La Marseillais ‘Azadî ji Ocalan re’ kir manşet 15.02.2021

 

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
LA MARSEILLAIS “AZADÎ JI OCALAN RE” KIR MANŞET

Rojnameya xwecihî La Marseilllaise ku li Fransayê berxwedêran di dema dagirkeriya Naziyan de ava kirin, daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir manşet.

Rojnameya La Marseillaise di salvegera 22’yan a komploya 15’ê Sibatê de ku li dijî Rêber Apo hate kirin, daxwaza ji bo azadiya Ocalan kir manşeta xwe.

Rojnameyê wêneyekî Rêber Apo jî weşand û 4 rûpelên xwe ji vê mijarê re veqetand.

Rojnameyê di hejmara xwe ya taybet de cih da van mijaran: “Çîroka Mandelayê Kurd”, “Berpirsyariyên siyasî yên herêmî, komele, hilbijartî daxwaza azadiya wî dikin”, “Nêrînên Ocalan ji sînoran dibihure” Hevpeyvîna bi Eyyup Dorû re, “Çima divê PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin?”, “Nifşê Ocalan: Ciwanên ku ji bo çareseriya siyasî ya li Kurdistanê seferber bûne…” û “Azadiya me û ya wî bi hev ve girêdayî ne.”

Midûrê Karên Nivîsê yê rojnamê Leo Pûrgûette di vê hejmara rojnameyê de wiha nivîsiye; “Dem hatiye ku Fransa ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst û azadiya Mandelayê Kurdan Ocalan, bikeve nava liv û tevgerê.”

“DEM HATIYE JI OCALAN RE AZADΔ
POLÎTÎKER ÎLANA “AZADÎ JI OCALAN RE” WEŞAND

Li Danîmarkayê jî rojnameya Polîtîker ku rojnameya herî mezin a vî welatî ye îlana “Azadî ji Ocalan re” weşand.

Di nava kesên îmzeya wan hat parvekirin de du wezîrên karê derve Villy Sovndal û Ulla Sandbaek, Şaredarê Kopengahê yê berê Villo Sigurdsson jî hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv