RÊJÎMA ÎRANÊ ÊRIŞÎ KOLBERAN KIR
DI ÊRIŞA ESKERÊN ÎRANÊ DE KOLBEREKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Li gorî agahiyên Kolbernewsê, 3’yê sibatê leşkerên Îranê li herêma sînor a bajarê Serdeştê êrişî komek kolber kir.
Herêma navborî bi ser Ûrmiyeyê ye.
Li gorî heman çavkaniyê êriş li benxda Nokan a li nêzî Qasim Reş a Serdeştê pêk hatiye.
Di encamê de kolberê bi navê Xalîd Ehmedpor ê xelkê gundê Werdê jiyana xwe ji dest da.